Li Sûrîyeyê du otobûsên rêwîyan li hev qelibîn: 35 mirî, 30 birîndar
Li ser rêya Şam-Dêrezor a Sûrîyeyê du otobûsên rêwîyan li hev qelibîn, di encama qezayê de 35 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya El-Îxbarîye ya televîzona dewletê ya Sûrîyeyê, qeza di navbera herêmên Suhne û Palmîrayê qewimî.
Wezareta Tenduristî ya Sûrîyeyê, destnîşan kir ku li gorî diyarîyên ewil di qezayê de 35 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.
Mirovên birîndar ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin, rayedaran diyar kirin ku ji ber birîndarên ku rewşa wan giran in jî dibe ku hejmarê mirîyan zêde bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di 48 saetên dawî de di encama êrîşên berdewam ên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê de şeş Filistînî şehîd bûne û 37 jî birîndar bûne.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, di serdana xwe ya ewil a Sûrîyeyê de, nêzîkî du sal piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed, bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bide gelê Sûrîyeyê.
Li kampên ji bo kesên bêwar ên li herêma Darfûr a Sûdanê, wêranîya ji ber pevçûnê niha bi şewba kolerayê re jî girantir bûye. Ji ber ku lênêrîna tenduristiyê bi giranî qut bûye û gihîştina ava paqij û xwarinê bi tundî sînordar e, destpêkirina demsala baranê dibe sedema belavbûna bilez a nexweşiyên vegirtî.