Li bajara Kalkîlyaya Şerîaya Rojava ya îşxalkirî, çalakîya berxwedanê hat lidarxistin, di encamê de 3 sîyonîstên îşxalker mirin, 10 îşxalker jî birîndar bûn.
Çapemenîya mehellî, diyar kir ku li nêzê gundê El Funduka rojhilata Kalkîlyayê ji teref berxwedêran ve bi wesayîtekî ji wesayîtek û otobûsekî re gule hat reşandin.
Serwîsa ambûlans a sîyonîstan Magen David Adom, rast kir ku di operasyonê de 3 kes mirine, 6 şênîyên îşxalker jî birîndar bûne, artêşa îşxalê jî îfade kir ku di êrîşa çekdarî de 10 kes birîndar bûne.
Mirovên herêmê îfade kirin ku hêzên îşxalkeran ji herêmê re yekîneyên teqwîyeyê şandine, ji bo failên ku ji herêmê vekişîyane bêne dîtin jî xebatên lêgerînê hatine destpêkirin.
Li Kalkîlyayê, bang hat kirin ku bila bi lez û bez li cîhê ku operasyon hatîye kirin qeydên qemerayan bêne jêbirin, li hinek cîhan jî teker û wesayîtên xerabe bêne şewitandin ku dijmin bila belav bibe.
Aktîvîstên herêmê jî ji gel re bang kirin ku bila bêdeng bimînin, li ser sîteyên medyaya civakî û WhatsAppê jî tu agahîyek belav nekin, bila bi dijmin re rûbirû bibin û ji bona ku lêkolînan nekin ji wan re bibin asteng ku bila fail bêne parastin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ji ber talûkeya cemidandina pitikan di şert û mercên hewaya sar de li Xezzeyê endîşedar in.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku şert û mercên zivistanê yên li Xezzeyê jiyana koçberan zehmet dike.
Balafirgeha Şamê ku bi ketina rejima Esadê ji nû ve ket fealîyetê, dest bi seferên navneteweyî kir. Sefera ewil, ji bajara Şarîkaya Îmaratê re hat kirin.
Barîna berf û sermaya dijwar a ku ji herêmên navendî yên Emrîkayê heta peravên rojhilat tesîrdar e, tesîrê li 13 wîlayetan dike.