Li ser tesîsên enerjiyê yên Erebistana Siûdî êrîş hat kirin
Erebistana Siûdî ragihand ku li başûrê welat êrîşek li ser tesîsên enerjiyê hatiye kirin.
Wezareta Enerjiyê ya Erebistana Siûdî ragihand ku îro li herêma başûrê welat êrîşî çend tesîs û saziyên enerjiyê kirin û di encamê de birîndar hene.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, Ensarullah li Yemenê îro li herêma başûrê welat êrîşî gelek tesîs û saziyên enerjiyê kir.
Li gorî agahiyan, êrîşan li gelek tesîsan şewat çêkiriye û hinek operasyon demkî hatine rawestandin. Rayedar ji bo garantîkirina ewlehiya personel û berdewamiya operasyonê li tesîsan dixebitin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku zirar tê nirxandin û alîkariya pêwîst a tenduristî ji mexdûran re tê dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst 12 Filistîniyên ku li Xezzeyê esîrgirti bûn berdan. Li gorî agahiyan, piraniya wan esîrên ku hatine berdan karker in û hatiye ragihandin ku esîr di girtîgehên sîyonîst de rastî îşkenceyên sîstematîk, muameleya xerab, kêmasiya xwarinê û şert û mercên nemirovane hatine.
Bi berdewamiya îxlalkirinên xwe, hêzên îşxalker ên sîyonîst ber bi gundewarê Quneytrayê ve pêşve çûn û malek girtin.
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed Hesen Şeybanî ragihand ku ew bi navbeynkariya Emrîkayê danûstandinan dikin da ku êrîşên rejîma sîyonîst li ser welatê wî bi dawî bibin û xetên berî 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an vegerin.