Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku hejmara penaberên ji ber şer û pevçûnên li Sûdanê gihiştiye 15 mîlyonî.
Di raporta rêxistinê de hat gotin, "Hejmara giştî ya koçberan li gorî sala borî ji sedî 27 zêde bû û gihişte 11,6 milyon kesî, zêdetirî 3,3 milyon kes jî sînor derbas kirin û çûn welatên cîran."
Di raporê de her wiha hatîye gotin: “Ji 2,3 milyon malbatên awarebûyî ji sedî 84 pêwîstiya wan bi xwarinê heye û ji sedî 78ê wan malbatan jî pêdiviya wan bi tiştên nexwarinê û bi taybetî stargeh û sotemenîyê heye.”
Li gorî raporê, “Ji sedî 30ê nifûsa Sûdanê ji kesên ku li welatên cîran bûne penaber û li hundir koçber bûne pêk tê.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tûgayên Qessam, baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMASê, diyar kir ku piranîya êsîrên dijmin ên li bakurê Xezzeyê winda ne.
Li bajara Ubatubaya Brezîlyayê, balafirekî taybet ket xwarê, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûn.
Li Mêrsînê li Serokê Şaredarîya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û 5 endamên meclîsa şaredarîyê, ji ber sedema eleqedarîya terorê di çarçoveya tehqîqata ku hatibû destpêkirin de hatin binçavkirin.