Li Taylandê qamyonet keşeyan eciqand: 8 mirî
Li bakurrojhilata Taylandê, şofêrekî ciwan bi qamyonetê li ser 8 keşeyên Budîstan derbas bû û wan kuşt, 13 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çapemenîya welat, li wîlayeta Mukdahana Taylandê wesayît li nêzê 30 keşeyên ku bi meşê diçûn perestgehê xist.
Di encamê de 8 keşeyên Budîst mirin, 13 keşe jî birîndar bûn. Polês îfade kir ku ciwan wesayîta dêûbavê xwe bêîzîn standîyeû ajotîye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Qeterê ragihand ku di danûstandinên nerasterast ên li Dohayê di navbera Emrîka û Îranê de hatine lidarxistin, pêşketin çêbûye.
Xezze, di pêvajoya dorpêç û êrîşa ku gihîştîye 1000 rojî de tenê herêma qetlîamek û qirkirinek nîne, ew ji erdnigarîyeke felaketê ya ku sîstema tenduristîyê hilweşîyaye, binesazî hatîye tunekirin, birçîbûnî belav bûye û bingeha demografîk hatîye guhertin re vegerîyaye. Bêtesîrbûna sîstema navneteweyî jî krîzê kûrtir kirîye.
Dîrektorê Herêma Efrîqaya Bakur û Rojhilata Navîn a Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî Nicola von Arx, destnîşan kir ku rewşa ku li Xezzeyê ye gihîştîye asta ku nayê qebûlkirin, wêranî û êşên ku sîvîl dijîn li gorî hiqûqa însanî ya navneteweyî nîne.