Li Xezzeyê felaketa 1000 rojî: Mirin û wêranî li axa dorpêçkirî
Xezze, di pêvajoya dorpêç û êrîşa ku gihîştîye 1000 rojî de tenê herêma qetlîamek û qirkirinek nîne, ew ji erdnigarîyeke felaketê ya ku sîstema tenduristîyê hilweşîyaye, binesazî hatîye tunekirin, birçîbûnî belav bûye û bingeha demografîk hatîye guhertin re vegerîyaye. Bêtesîrbûna sîstema navneteweyî jî krîzê kûrtir kirîye.
Qetlîam û qirkirina li Xezzeyê ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve berdewam dike, veguheriye çerxek wêrankirinê ya demdirêj ku tesîrî li tevahiya avahiya civakê dike.
Ne tenê bajar, lê di heman demê de tenduristî, perwerde, aborî û jiyana civakî jî di vê pêvajoyê de bi giranî tesîrdar bûne.
Di vê pêvajoyê de 250 hezar şehîd û birîndar çêbûn.
Sîstema tenduristiyê hilweşiya.
Ji ber dorpêç û qetlîaman birçîbûn, krîza xwarinê, û lawaziya zarokan derketin holê.
Rejima qirker hêvîya perwerdehî û siberojê da windakirin.
Di vê 1000 rojî de binesazî hatin wêrankirin û bajar hilweşîyan.
Astengkirin û qaşo korîdorên mirovî hatine girtin û êrîşkirin van krîzan zêdetir kirin.
Rejima îşxalker a ku qîma xwe tenê li Xezzeyê nayne li Quds û Mescîdî Eqsayê jî gengeşîyê zêde kir di vê pêvajoyê de.
Esîrên Filistînî yên ku di zindanên rejima îşxalker de ne jî di vê pêvajoyê de nisîbê xwe girtin û zilm û tehdayîya ku li wan dihat kirin zêdetir bû. Li gorî dane û raporan hinek Filistînî jî di zindanan de ji ber îşkence û muameleyên xerab şehîd jî bûn.
Digel hemî van qetlîam, qirkirin, zilm û tehdayî hemî alema cîhanê jî bêdengîya xwe berdewam dike.
Ji ber bêdengîya cîhanê jî rejima îşxalker û hevalên wî jî wêrekîyê digrin û roj bi roj zilma xwe zêdetir dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Cihûyên sîyonîst, di bin parastina polêsên îşxalker de, êrîşî hewşên Mizgefta Eqsayê kirin û rêûresmên Talmûdî pêk anîn.
Qeterê ragihand ku di danûstandinên nerasterast ên li Dohayê di navbera Emrîka û Îranê de hatine lidarxistin, pêşketin çêbûye.
Li bakurrojhilata Taylandê, şofêrekî ciwan bi qamyonetê li ser 8 keşeyên Budîstan derbas bû û wan kuşt, 13 kes jî birîndar bûn.