Li Teksasa Emrîkayê lehî rabû: 2 kes mirin
Hejmara qurbaniyên lehiyên ji nişka ve li Teksasa Emrîkayê gihîştiye du kesan. Rayedaran ragihandin ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê berdewam dikin.
Waliyê Teksasê Greg Abbott diyar kir ku tîm bi karanîna qeyik û helîkopteran digihîjin şofêr û niştecîhên ku di malên xwe de asê mane, û heta niha zêdetirî 200 kes ji bo deverên ewle hatine veguhastin.
Abbott diyar kir ku yek ji miriyan dema ku li nêzî Uvalde diajot ji aliyê lehiyê ve hatiye birin û yê din jî li herêma Kerr mir.
Abbott diyar kir ku tê texmînkirin ku baran heta roja Înê li deverên ku herî zêde ji lehiyê tesîrdar bûne berdewam bike, û tekez kir ku talûke hêna jî bi dawî nebûye.
Abbott hişyarî da ku asta avê li hin çeman dikare bigihîje asta herî bilind a dîrokî û ji welatiyan xwest ku baldar bin.
Abbott diyar kir ku divê ew kesên ku bi taybetî li nêzî çeman dijîn talûkeyên cîddî bigirin û ji her kesî xwest ku xwe bêxem nekin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama topbaran û bombebarana rejîma îşxalker a li ser deverên navîn û başûrê Xezzeyê de, du kes, ku yek ji wan jin bû, şehîd bûn.
Di qezaya otobûsa dibistanê de li rojhilatê Ugandayê 20 jê xwendekar tev de21 kes mirin.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan di çarçoveya Operasyona Nasr-2 de baregeha El Tanf a Amerîkî li Sûrîyeyê kiriye hedef û hejmareke mezin ji leşkerên Amerîkî kuştine.