Li Ugandayê otobûsa dibistanê wergeriya: 21 kes mirin
Di qezaya otobûsa dibistanê de li rojhilatê Ugandayê 20 jê xwendekar tev de21 kes mirin.
Otobûsek ku xwendekarên Dibistana Navîn a King David li Kampala, paytexta Ugandayê, hildigirt, li Gundê Chekwatit li Navçeya Kapchorwa qeza kir.
Berdevkê Rêveberiya Ewlehiya Trafîk û Rêyan Michael Kananura diyar kir ku di rêya vegerê de ji gerê, şofêr kontrola wesayîtê winda kiriye, ev yek bûye sedem ku wesayît ji rê derkeve, li kevirekî mezin bixe û wergeriyaye.
Hat ragihandin ku xwendekar ji bo geşteke perwerdehî çûne Şelaleya Sipi li Kapchorwa.
Di qezayê de herî kêm 21 kesan canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Lêkolînên polêsan ên li ser sedema rastîn a qezayê berdewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama topbaran û bombebarana rejîma îşxalker a li ser deverên navîn û başûrê Xezzeyê de, du kes, ku yek ji wan jin bû, şehîd bûn.
Hejmara qurbaniyên lehiyên ji nişka ve li Teksasa Emrîkayê gihîştiye du kesan. Rayedaran ragihandin ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê berdewam dikin.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan di çarçoveya Operasyona Nasr-2 de baregeha El Tanf a Amerîkî li Sûrîyeyê kiriye hedef û hejmareke mezin ji leşkerên Amerîkî kuştine.