Artêşa îşxalê doh êvarê êrîşî Xan Yûnis û El Balada Cîbalîyeyê kir, di êrîşa bomberdmanê de 7 jê zarok 25 kes şehîd bûn.
ÎHAyên aîdê artêşa sîyonîstan, li rojavaya Xan Yûnisê, konên ku sîvîlên ji cîhê xwe bûbûn di nav de bûn bomberdman kir. Li gorî Wafayê di êrîşê de 5 zarok şehîd bûn.
Hat îfadekirin ku îşxalkeran li taxa El-Manarayê jî wesayîtekî hedef girtin û di wê êrîşê de jî 2 sîvîl şehîd bûn.
Di êrîşa bomberdmana malekî de jî 2 jê zarok 3 kes şehîd bûn.
Balafırên sîyonîstan ji herêma Keyzan Rewşana başûrê Xan Yûnisê re jî bombeyan avêtin, di êrîşê de 7 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Hat desntîşankirin ku di encama bomberdmana mala malbata Reyhanê de jî 8 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 936an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 274an.
Dayîka doktorê Filistînî Husam Ebû Safîyeyê ku di 27ê Kanûnê de ji teref sîyonîstên îşxalker ve hatibû revandin, piştî êşa ku dîtibû ji ber krîza dil canê xwe ji dest da.
Li bajara Tûbasa Şerîaya Rojavayê ji teref ÎHAyekî artêşa îşxalê ve êrîş hat lidarxistin, di encamê de 2 jê zarok 3 kes şehîd bûn.