Li Xezzeyê hat îfadekirin ku 10 hezaran konên ku mirovên ji cîhê xwe bûne di nav de dijîn, ji ber şilîyê di bin avê de man û zerarê dîtin.
Ofîsa Medyaya hikumetê di daxuyanîya ku parve kir de îfade kir ku 10 hezar konên ku mirovên ji cîhê xwe bûne di nav de dimînin, çend roj berê ji ber hewaya xerab zerarê dîtin û bi pêlên avê xera bûn.
Ofîs, bang li sazîyên civakî û neteweyî kir ku bila alîkarîyên însanî bikin, li Xezzeyê bi sedhezaran mirov jî hatine ber felaketê.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku artêşa îşxalê, nehiştîye ku bila 250 hezar kon û karavan bikevin nav Xezzeyê.
Hat îfadekirin ku ji konan ji sedî 81ê wan xera bûne û bikarnaynê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 44 hezar û 249an û hejmara birîndaran jî derket 104 hezar û 746an.
Rêberê Îngilaba Îslamî ya Îranê Ayetullah Xamaneî, bal kişand ku biryara girtina serokwezîrê qaşo yê rejîma îşxalker Netenyahu qîm nake û divê serokên vê rejîma wehş bi îdamê re bêne cezakirin.
Rejima îşxalker a qirker, di êrîşa dawîn a li dijî Xezzeyê de 12 Filistînîyên dinê jî şehîd kir, bi dehan kesan jî birîndar kir.