Li Xezzeyê di 24 saetên dawî de 5 kes hatin kuştin
Hejmara giştî ya şehîdên di komkujiya ku ji aliyê sîyonîstên îşxalker ve li dijî Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve pêk hatiye gihîştiye 73 hezar û 928an.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de, di encama êrîşên dagirkeriyê yên berdewam de 5 şehîd û 35 birîndar ji bo nexweşxaneyên Xezzeyê hatine veguhastin. Hat ragihandin ku yek ji şehîdan paşê ji ber birînên xwe canê xwe ji dest da û şehîd ket.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî agirbesta ku di 11ê Cotmeha 2025an de ket meriyetê, hejmara şehîdan gihîştiye 1408an, hejmara birîndaran gihîştiye 4916an û cenazeyên 834 şehîdan jî hatine dîtin.
Li gorî heman daneyan, ji destpêka êrîşa rejîma îşxalker a li ser Xezzeyê di 7ê Cotmeha 2023an de heta niha hejmara şehîdan gihîştiye 73.928an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175.030an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşên hewayî yên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê de 8 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Şer ê sîyonîstan Yisrael Katz diyar kir ku artêşa îşxalker ti planek ji bo vekişîna ji herêma tampon a li başûrê Sûrîyeyê tine, û hikûmet û komên wê wekî "tehdîdeke cîhadîst" bi nav kir.
Balafirên şer ên Pakistanê sê êrîşên asmanî yên cuda li Qendahar û derdora wê li başûrê Efxenistanê pêk anîn û gelek cih bombebaran kirin.