Li Xezzeyê hejmara şehîdan zêde bû û derket 37 hezar û 347 kesan
![Li Xezzeyê hejmara şehîdan zêde bû û derket 37 hezar û 347 kesan Li Xezzeyê hejmara şehîdan zêde bû û derket 37 hezar û 347 kesan](/img/NewsGallery/2024/6/17/399961/FeaturedImage/b64734ff-40c9-4caf-8d3e-ef4a793a7635.webp)
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Ev bû zêdetirî 9 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.
Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 10 kes hatin şehîdkirin, 73 kes jî birîndar bûn.
Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 37 hezar û 347yan, hejmarê birîndaran jî derket 85 hezar û 372kesan.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Artêşa rejîma îşxalker, li bakurrojavaya Refahê îşxala xwe ya ji bejahîyê firehtir kirîye.
Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS, destnîşan kir êrîşa ku li Taxa Şûcaîyeyê hatîye kirin berdewama qirkirinê ye, bal hat kişandin ku ew ê berxwedan micadeleya xwe bidomîne.
Hîzbullahê Libnanê, baregeha Bîrket Rîşaya aîdê rejîma îşxalker hedef girt.
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hasan Nasrallah, bi Sekreterê Giştî yê Cemaeta Îslamîye Muhammed Takuş re meseleyên dawîn ên li Fîlîstînê û Libnanê gotubej kirin.