Rejîma îşxalker a sîyonîst li Xezzeyê êrîşên xwe didomîne û vê carê dîsa rojnamegerekî qetil kir, bi tevî vê qetlîamê hejmarê rojnamegerên ku hatine qetilkirin derket 183yan.
Ofîsa Medyaya hikumeta Xezzeyê daxuyand ku muxabîra televîzyona "Alquds Today" Bîlal Muhammed Receb bi sûîqetekî hat qetilkirin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku bi tevî Bîlal hejmarê rojnamegerên ku li Xezzeyê hatien qetilkirin derket 183yan.
Bang hat kirin ku hedefgirtin û sûîqestên rojnamegeran ên ji teref rejîma sîyonîst ve bêne şermezarkirin û bila rejîma îşxalker di dadgeha navneteweyî de bê darazandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 717an û hejmara birîndaran jî derket 108 hezar û 856an.
Li wîlayeta Hebeîya bakûrê Çînê di bazarekî de şewat derket, di encamê de 8 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn.
Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS, daxuyand ku doh li Dohaya paytexta Qeterê mizarekeyên agirbestê ên bi rejima sîyonîst re ji nû ve dest pê kir.
Li Perûyê otobûs ket nav çem û di encama qezayê de 6 kes mirin, 17 kes winda bûn.