Li Xezzeyê sê esîr hatin serbestberdan
Rayedarên îşxalker ên sîyonîst sê Filistîniyên ku piştî 7ê Cotmeha 2023an li deriyê sînor ê Kerem Ebû Salemê esîr girtibûn, berdan.
Medyaya herêmî ragihand ku esîrên serbestberdayî rasterast ji bo tedawîyê ji Nexweşxaneya Şehîdên El-Eqsayê ya li Dêr el-Belahê re hatin birin.
Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî piştrast kir ku wan navbeynkariya berdana sê esîran ji zindanên îşxala sîyonîstan kiriye, û diyar kir ku ew ji bo lênihêrîna tenduristî ya pêwîst birine Nexweşxaneya Şehîdan a Eqsayê.
Gelek ji Xezzeyiyan ku di şerê qirkirinê de ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Şerîda Xezzeyê berdewam dike, esîr hatine girtin, hêna jî di zindanên îşxalê de ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Mîsyona Lêkolîna Rastiyan a Navneteweyî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî li ser Îranê rapora xwe ya 18 rûpelî ya li ser êrîşên Emrîkayê yên li ser Îranê di 28ê Sibatê de temam kir. Raport dibêje ku, berevajî îdiayên Emrîkayê, Dibistana Seretayî ya Shajarah Tayyebeh li Minabê û navenda werzîşê û xanîyên derdorê li Lamerdê bi xeletî nehatine lêdan.
Li seranserê Kubayê ji ber qutbûna ceryanê, ceryan qut bû.
Wezareta Ragihandin a Îraqê, daxuyand ku herêmên qedexe ya sehaya hewayê ya welat ji seferên sîvîl re hatine vekirin.
Li bajara Dêrezor a rojhilata Sûrîyeyê di depoya cebilxaneyê de ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqînek çêbû.