Li Xezzeyê ji nav xirbeyên avahiyê termên 14 şehîdan hatin derxistin
Li Xan Yûnisê, li başûrê Xezzeyê, ji nav xirbeyên xaniyekî ku ji ber êrîşa rejîma siyonîst wêran bûbû, cenazeyên 14 Filistîniyan hatin derxistin.
Li herêma Setrul-Xerbî, li bakurê rojavayê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê, ji nav kavilên xaniyekî ku ji ber êrîşa rejîma siyonîst hilweşiyabû, termên 14 Filistîniyan hatin derxistin. Ekîbên parastina sivîl roja Çarşemê di dema xebata xwe de gihîştin termên şehîdan.
Daxuyaniya parastina sivîl got ku cenazeyên ku ji nav kavilan hatine derxistin radestî sazî û yekîneyên dadwerî yên peywendîdar hatine kirin, û dûv re li goristanên fermî hatine veşartin.
Ev pêşketin encama êrîşên berdewam ên li ser Xezzeyê ye ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, ku di nav wan de komkujî, birçîbûn, wêranî, koçberkirina bi darê zorê û girtin hene. Ev êrîş, ku ji teref Emrîka û Ewropayê ve têne piştgirîkirin, tevî bangên navneteweyî û fermanên agirbestê yên Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê jî bênavber berdewam dikin.
Di qirkirina berdewam a li Xezzeyê de, heta niha zêdetirî 242.000 Filistînî, ku piraniya wan jin û zarok in, hatine kuştin an birîndar kirin. Her wiha, zêdetirî 11.000 kes hêna jî winda ne û bi sed hezaran kes jî ji cih û warên xwe bûne. Krîza birçîbûnê ya kûr bûye sedema mirina gelek zarokan. Beşek mezin ji bajaran wêraniyeke berfireh dîtine.
Ji aliyekî din ve, rejîma sîyonîst peymana agirbestê ya ku di 10ê Cotmehê de ket meriyetê îxlal dike. Êrîşên wekî bombebaran, gulebaran û wêrankirina malên Filistîniyan li deverên cuda yên Xezzeyê berdewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêzên Îranê li avên başûrê welat dest danîn ser keştiyek ku sotemeniya qaçax hildigirt û 16 endamên ekîba biyanî jî di nav de bûn.
Di teqînekê de li mizgeftekê li Nîjeryayê 7 kes hatin kuştin.
Di encama binavbûna keştiyeke koçberan li peravên Senegalê de, 12 kes mirin.