Li Xezzeyê qetlîam bênavber didomin: Di encama êrîşa li ser kon û malan de bi dehan şehîd hene

Bombardmanên zêde yên rejîma îşxalker a li ser Xezzeyê dewam dikin. Di encama êrîşên domahîya şevê hat kirin de gelek Filistînîyên ku di nav de zarok û pîrek jî hene şehîd bûn.
Li gorî çavkanîyên Nexweşxaneya Şîfaya li Xezzeyê, di encama hedef girtina kona ku malbatên ji cihên xwe hatine kirin lê dimînin, tevî zarok 6 Filistînî şehîd bûn.
Çavkanîyên serwîsa acîl û sihhetê jî ragihand ku, li Meheleya Şêx Ridwanê di encama êrîşan hewayî yên li ser du xanîyan hat kirin de şehîd û birîndar hene.
Doh jî tenê li Xezzeyê 35 kes, bi tevahî li 53 Filistînî hatin şehîdkirin.
Li herêma Deyr El-Belaha Xezzeya Navînê, di encama êrîşên ku konên kesên li cihên xwe hatine hat kirin de pirê wan zarok û pîrekin 6 kes hatin şehîdkirin.
Di heman deman de firokên rejîma siyonîst li bajarê Xezzeyê 16 avahî bi temamî hatin hilweşandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Sûdanê Hêzên Destekê yê Bilez (HDB), li wilayeta Nîla Sipî bi balafirên bêmirov (ÎHA) êrîşî santraleke ceyranê, depoyên sotemenîyê û balafirgehekî kir.
Hêzên çekdarî yên HAMAS û Cîhada Îslamî ragihandin ku wan di operasyonên li dijî hêzên îşxalker ên li Xezeyê de sê tank ji holê rakirine.
Hêzên ewlehiyê yên girêdayî HAMASê, sê sîxurên ku li Xezzeyê bi rejîma siyonîst re hevkariyê dikirin, îdam kirin.