Li Îranê otobûs qulipî: 13 mirî, 13 birîndar
Di encama qulipîna otobûsê ya li Îranê de 13 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya bajara Natanzaya Îsfahana wîlayetê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku ji ajansa nûçe ya Farsê hatine bidestxistin, qeza doh êvarê di derdorê saetên êvarê de pêk hatîye, û di encama qezayê de 13 kesan canê xwe ji dest dan, 13 kes jî birîndar bûn.
Ekîbên xelaskirinê, bi lez û bez ji herêmê re hatin sewqkirin û mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Mirovên ku bûyerê dîtin ji rayedaran re gotin ku otobûs dema ku derbasî alîyê dinê dibû qelibîye.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Emmar Yaser Muhammed Taamra yê 16 salî ku di êrîşa rejîma siyonîst a li ser bajarokê Tekû yê li Şerîaya Rojava de bi guleyan bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyê şehîd ket.
Deh esîrên Filistînî yên ji Xezzeyê ku di zindanên rejîma sîyonîst de ne, piştî serbestberdanê ji ber rewşa tenduristiya xwe ji bo Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê ya li Dêr Belehê hatin veguhastin.
IHO EBRAR, rêxistineke alîkariya mirovî ya navneteweyî ye ku bi çalakiyên xwe yên alîkariyê ji bo kesên hewcedar hem li hundir û hem jî li derveyî welat tê nasîn, li Etiyopyayê, ku yek ji welatên herî xizan ên Efrîqayê ye, projeyek tenduristiyê ya girîng pêk aniye.