Lubnan: Îşxala îsraîlê pêşî li pêkanîna peymanê digire
Serokkomarê Lubnanê Joseph Avn diyar kir ku îşxalkirina axa Lubnanê ji aliyê rejîma sîyonîst ve, pêkanîna Peymana Washingtonê asteng dike.
Li gorî daxuyaniyek ji Serokatiya Lubnanê, Avn di konferansek vîdyoyî de bi "Hêza Peywirê ya Amerîkî ji bo Lubnanê" re li ser geşedanên dawî yên li welat axivî.
Avn diyar kir ku ji bona ku ji axên Lubnanê yên ku îşxal kiriye vekişe divê zexta navneteweyî ji bo rejîma sîyonîst were zêdekirin û got ku îşxalkirina wê rê li ber pêkanîna Peymana Washingtonê digire.
Serokkomarê Lubnanê tekez kir ku berdewamiya dagirkeriyê otorîteya dewletê qels dike, rê li ber bicihbûna tevahî ya artêşa Lubnanê li başûrê welat digire û astengiyeke cîddî li pêşiya aştiyeke dadperwer û mayînde çêdike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber barana rekord a li herêma Nanning a Çînê çar kes mirin, û ji bo 8 kesên winda jî xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Hêzên îşxalker li peravên navenda Xezzeyê heft masîgir esîr girtin.
Balafirên hewayê yên bêmirov a rejima sîyonîst li Şerîda Xezzeyê konê Filistînîyan hedef girt, di encama êrîşê de 2 Filistînî şehîd bûn, herî kêm 10 kes jî birîndar bûn.