Rejima sîyonîst li Xezzeyê konan hedef girt: 2 Filistînî şehîd bûn
Balafirên hewayê yên bêmirov a rejima sîyonîst li Şerîda Xezzeyê konê Filistînîyan hedef girt, di encama êrîşê de 2 Filistînî şehîd bûn, herî kêm 10 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên nexweşxaneyê, ÎHAyeke aîdê rejima sîyonîst, li nêzê Bendera Xezzeyê sîvîlan hedef girt.
Di êrîşê de Îmran Yunus Ebû Ceradê 46 salî şehîd bû, gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa ku li dijî herêma Mewasîyê hat lidarxistin de jî Muhammed Îmad Ebû Tuaymeyê 30 salî şehîd bû. 4 jê zarok 5 Filistînî jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku derdorê Mizgefta Muavîyeyê jî hatîye hedefgirtin û di wê êrîşê de jî 5 Filistînî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber barana rekord a li herêma Nanning a Çînê çar kes mirin, û ji bo 8 kesên winda jî xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Hêzên îşxalker li peravên navenda Xezzeyê heft masîgir esîr girtin.
Serokkomarê Lubnanê Joseph Avn diyar kir ku îşxalkirina axa Lubnanê ji aliyê rejîma sîyonîst ve, pêkanîna Peymana Washingtonê asteng dike.