Naîm Qasim: Ew kesên ku dixwazin berxwedan bêçekkirin, di xizmeta projeya sîyonîst de ne

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim bi tundî bangên ji bo çekberdanê red kir û bal kişand ku bangên bi vî rengî xizmeta berjewendiyên rejîma sîyonîst dikin. Qasim her wiha navbeynkarê Emrîkayîî Tom Bruck bi zextkirina li ser Libnanê sûcdar kir.
Naîm Qasim, Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Lubnanê, çarşemê bi şev diyar kir ku her komek ku banga bêçekkirina berxwedanê dike, xizmeta projeya rejîma sîyonîst dike. Qasim diyar kir ku bangên bi vî rengî ji bo hêsankirina armancên Emrîka û rejîma îşxalker têne kirin.
Qasim, di derbarê serdana navbeynkarê Emrîkayî Tom Bruck bo Lubnanê ya hefteya borî de şîrove kir û Bruck bi "hewldana afirandina cîh ji bo îsraîlê bi rêya tehdîd û şantajê" sûcdar kir. Wî destnîşan kir ku armanca Emrîkayê "ne alîkariya Lubnanê ye, ew piştgiriya îsraîlê" ye.
"Meseleya çekan ne girêdayî îsraîlê ye"
Naîm Qasim bi bîr xist ku agirbest tenê herêma başûrê Çemê Lîtanî digire nav xwe, û tekez kir ku her nîqaşek li ser çekên berxwedanê mijarek navxweyî ya Lubnanê ye û ti têkiliya wê bi rejîma îşxalker re tune ye.
Rêkeftina agirbestê ya bi rejîma sîyonîst re, vekişîna Hizbullahê ji başûrê Çemê Lîtanî û bicihkirina artêşa Lubnanê û hêzên UNIFILê li vê herêmê dihewîne.
Lêbelê, li gorî Qasim, çekên Hizbullahê ne pêşînîyek in. Qasim got, "Pêşînî îro ji nû ve avakirin û rawestandina êrîşan e," û bi tundî fikra ku çekên berxwedanê bibin mijara bazarkirinê red kir.
"îsraîl dev ji 5 xalên stratejîk ên ku îşxal kiriye bernade"
Qasim diyar kir ku îşxalker li pênc cihên stratejîk ên li başûrê Lubnanê mane, ku hêna jî ew venekişiyane, ev yek nîşan dide ku agirbest yekalî hatiye îxlalkirin. Rastiya ku ev cih di rewşek de ne ku her du aliyên sînor çavdêriyê bikin, niyeta rejîma sîyonîst a ji bo damezrandina hebûnek leşkerî ya daîmî li herêmê nîşan dide.
Naîm Qasim di axaftina xwe ya 18ê Tîrmehê de bal li ser heman tiştî kişand: "Di vê merhaleyê de, projeya bêçekkirina berxwedanê bi tevahî ji bo îsraîlê ye. îsraîl dê nikaribe ji me çekan bikire."
Rêberê Hizbullahê diyar kir ku hem ji bo Libnanê û hem jî ji bo tevgerê "tehdîdek hebûnî" heye û got ku heta ku rejîma sîyonîst bi tevahî ji Başûrê Libnanê venekişe û êrîşên xwe rawestîne, çekên berxwedanê jî nayên nîqaşkirin.
Digel agirbestê, 3,000 îxlalkirin û bi sedan qurbanî
Di vê navberê de, tevî agirbesta ku di dawiya sala 2024an de ket meriyetê jî, rejîma sîyonîst heta niha zêdetirî 3 hezar îxlalkirin kirîye. Li gorî daneyên fermî, di encama van îxlalkirinan de 262 kesan canê xwe ji dest dane û 563 kes jî birîndar bûne.
Her çiqas rejîma îşxalker êrîşên xwe yên hewayî yên li ser sivîlan didomîne jî, li herêmê rageşî zêde dibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Neteweyên Yekbûyî (NY), daxuyand ku xelaya li Xezzeyê roj bi roj kurtir dibe, rêyên ku ji bo derbasbûna alîkarîyên cîheke ewle têne nîşandan, ne ewle ne.
Balafirên herbê yên aîdê artêşa rejima îşxalker, rojhilat û başûrê Libnanê bombebaran kir.
Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn, Wezîrê Karên Derve yê Sûrîye Esad Şeybanî qebûl kir.
Li wîlayeta Adamawaya Nîjeryayê, di encama barana zêde de lehî çêbû, 23 kes ji ber lehîyê canê xwe ji dest dan, ji bo mirovên winda jî xebatên lêgerînê berdewam dikin.