Netanyahu merhaleya duyemîn a plana agirbestê ya li Xezzeyê red kir
Qaşo serokwezîrê rejîma sîyonîst Binyamîn Netanyahu ragihand ku wî plana 15 maddeyî ya ku ji hêla Komîteya Aştiyê ve derbarê pêkanîna merhaleya duyemîn a agirbestê li Xezzeyê de hatibû ragihandin, red kiriye.
Netanyahuyê îşxalkerê sîyonîst di axaftina xwe ya di vekirina civîna heftane ya kabîneyê de, li ser nexşerêya nû ya ku ji hêla Komîteya Aştiyê ve di derbarê agirbesta li Xezzeyê de hatiye ragihandin, şîrove kir.
Netanyahu ragihand ku ew nexşerêya nû ya 15 maddeyî ji bo pêkanîna merhaleya duyemîn a agirbestê li Xezzeyê qebûl nakin û diyar kir ku artêşa îşxalker heta ku Hamas bi tevahî neyê bêçekkirin, ew ê ji deverên îşxalkirî yên Xezzeyê venekişe.
Netanyahu got, "Dema ez dibêjim bêçekkirin, mebesta min çekên giran û sivik e, bi kurtasî, hemû çek. Em ne behsa bêçekkirineke sexte an xeyalî dikin, lê behsa bêçekkirineke rastîn dikin."
Netanyahu, diyar kir ku wan merhaleya duyemîn a agirbesta li Xezzeyê, tevî bêçekkirina Hamasê, bi rêveberiya Emrîkayê re nîqaş kirine û got, "Hinek ramanên wan hene, û hinek ji van ramanan ji bo me qebûl in, hinekên din jî nayên qebûlkirin."
Nîkolay Mladenov, nûnerê payebilind ê Komîteya Aştiyê ya Xezeyê, ragihand ku Hamasê nexşerêyek berfireh ji bo pêkanîna merhaleya duyemîn a peymana agirbestê qebûl kiriye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst digel agirbestê, êrîşên xwe yên li ser başûrê Lubnanê didomîne. Herî dawî, li bajarokê Zutr el-Şerqiye li başûrê Lubnanê teqînek mezin çêbû.
Di şewata kargeheke mobîlyayê ya li herêma pîşesaziyê ya Musa Sanaiya li Riyada paytexta Erebistana Siûdî de 16 karkerên Bangladeşî mirin.
Tevgera berxwedana Îslamî ya Hamasê tekez kir ku ew pabendî rêkeftina ku bi navbeynkar û Konseya Aştiyê re derbarê nexşerêya temamkirina pêkanîna merhayela duyemîn a rêkeftina agirbestê li Xezzeyê de hatiye kirin in.