NY bo Emrîkayê: Divê binesaziya sivîl a Îranê nebe hedef
Neteweyên Yekbûyî piştî êrîşên Emrîkayê yên li ser piran, tesîsên enerjiyê û binesaziya ragihandinê li Îranê hişyarî da ku divê binesaziya sivîl were parastin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric, derbarê rageşiya nû li Rojhilata Navîn, bi taybetî di navbera Emrîka û Îranê de, got, "Em ji ber zêdebûna rageşiyê li piraniya herêmê pir bi fikar in. Kêmkirina tavilê ya rageşiyê pir girîng e."
Dujarric di daxuyaniyekê de ku rexne li Emrîkayê digirt got ku parastina binesaziya sivîl di her şerekî de pir girîng e, û got, "Divê hêmanên binesaziyê yên bingehîn ên ku sivîl ji bo jiyanê xwe dispêrin wan, di nav de nexweşxane û çavkaniyên avê, neyên hedefgirtin."
Dujarric bang li hemû aliyan kir ku xweragir bin û tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li wezîfeyên di bin qanûna mirovî ya navneteweyî de kir, bi taybetî prensîbên cudakarî, rêjeyî û girtina tedbîrên pêwîst.
Di êrîşên xwe yên dawî de, Emrîkayê binesaziya veguhastinê ya Îranê wekî pir û rêyan, û her wiha hinek tesîsên enerjî û ragihandinê hedef girt.
Medyaya Îranê ragihandibû ku êrîş berfireh bûne û pir, îstasyonên trênê, balafirgeh û binesaziya enerjiyê jî di nav xwe de girtine.
Di heman demê de, li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, êrîşeke Amerîkî tesîseke pîşesaziyê li bajarê Xumeyn, li parêzgeha Navendî, hedef girt.
Ofîsa walîtîya navendî ragihand ku di encama êrîşê de ti ziyanek çênebûye, û lêkolînên li ser mezinbûna zirara madî berdewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çeteyên Cihû di 24 saetên dawî de li Şerîaya Rojava li zêdetirî 15 cihan malên Filistîniyan, binesaziya avê û erdên çandiniyê hedef girtin. Tê ragihandin ku ev provokasyonên ku êrîşên xwe yên li ser Mescîdî Eqsayê didomînin, beriya roja ku jê re "Wêrankirina Çiyayê Perestgehê" tê gotin, zêde bûne.
Serokê karên derve yê Hamasê Xalid Meşal, ji ber hilbijartina wî wekî serokê nû yê Buroya Sîyasî ya tevgerê pîrozbahî li Xelîl el-Heyye kir û got, "Em, ligel hemî endamên tevgerê, li pişt serokatiya Dr. Xelîl el-Heyye ne."
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, di nûvekirina xwe ya rojane ya li ser şerê li Ukraynayê de ragihand ku wargeha Volokhovskoye ya li herêma Xarkîvê ketiye bin kontrola hêzên Rûsyayê.
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, di 24 saetên dawî de 37 kes ji ber Ebolayê mirin.