NY: Xela li Xezzeyê kurtur dibe, noqteyên alîkarîyê ne ewle ne

Neteweyên Yekbûyî (NY), daxuyand ku xelaya li Xezzeyê roj bi roj kurtir dibe, rêyên ku ji bo derbasbûna alîkarîyên cîheke ewle têne nîşandan, ne ewle ne.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY Farhan Haq, daxuyand ku êrîşên asîmanî yên li dijî herêmên jîyanî ya li Xezzeyê malbatan tune dike, di nav sîvîlên ku dixwazin xwe bighêjînin xwarin û lazimatîyên bingeh de gelek mirî û birîndar hene.
Haq, diyar kir ku li Xezzeyê xela kurtir dibe, ekîbên NY jî her firsedê dinirxînin û ji bona ku alîkarî belav bibe di nav xebat û micadeleyê de ne.
Haq, destnîşan kir ku ekîbên wan li cîhên ku rejima îşxalker dibêje ev der cîhên ewlene xebatan dikin lê li wê derê hem ekîbên NYyê hem jî sîvîl bi talûkeyan re rûbirû dimînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji Cotmeha 2023an vir ve 75 êsîrên Filistînî di zindanên rejîma sîyonîst de şehîd bûne. 46 ji wan ji Xezzeyê bûn û aqûbeta bi hezaran êsîrên dinê jî hêna ne diyar e.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, ji daxuyanîyên Serokê berê yê Dewleta Rûsyayê Dmitriy Medvedev re bertek nîşan da û got ku ew emir daye, “Du binavên nukleerî bişînin herêmên munasîb.”
Li peravên rojhilata Emrîkayê ji ber barîna zêde, li New York û New Jerseyê rewşa awarte hat îlankirin.
Ji Xezzeya ku divê rojane 800 qamyon bikeve hindir re, tenê qasî 5 qamyonan alîkarî ji hewayê hat şandin, ev jî bû sedema nerazîbûnê.