Pakistanê cara yekem di dîroka xwe de petrol ji Emrîkayê stand

Mezintirîn şîrketa rafineriya petrolê ya Pakistanê, Cnergyico, dê di Cotmehê de 1 milyon bermîl petrola Navînî ya Teksasa Rojava ya Emrîkayî (WTI) îtxal bike.
Alîkarê Serokê Cnergyico, Osama Qureshi, ji ajansa nûçeyan a Reuters re axivî û got ku ev koma petrolê bi rêya şîrketa bazirganiya kelûpelan a cîhanî Vitol hatiye kirîn.
Qureshi got, "Ev komeke ceribandinê ye li gorî peymana me ya demdirêj bi Vitol re. Ger ew ji hêla bazirganî ve maqûl û gihîştî be, em dikarin her meh herî kêm yek komekê îtxal bikin."
Li gorî raporê, peymana petrolê tenê çend meh piştî gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser îxracatên Pakistanî yên bi bacên gumrikê yên zêde hatine sepandin, pêk hat. Vê pêşketinê Îslamabad neçar kir ku têkiliyên xwe yên enerjî û bazirganiyê bi Washingtonê re berfireh bike.
Kirîna yekem a petrolê ji aliyê Pakistanê ve ji Amerîkayê nîşan dide ku ev yek di girêdayîbûna wê ya enerjiyê ya demdirêj a bi welatên Rojhilata Navîn re guhertinek girîng e. Petrol îtxalata herî mezin a Pakistanê ye. Ji sala darayî ya 2024-2025an vir ve, ku di 30ê Hezîranê de bi dawî bû, îtxalata petrolê ya welêt gihîştiye 11.3 milyar dolarî, ku ev jî ji sedî 20ê îtxalata giştî ya Pakistanê pêk tîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi deh hezaran kes li Mexrîb, Morîtanya û Yemenê ji bona ku alîkarîyên însanî ji Xezzeyê re bêne gihîştandin û êrîşên rejima sîyonîst bidawî bibe daketin kolanan.
Li herêma Quneytra ya Sûrîyeyê, hêzên îşxalker sê sivîlan girtin. Traktora çandiniyê ya ku ji bo veguhestina bermahiyên daran bikar dianîn jî hate desteserkirin.
Yiftah Ron Tal, fermandarê berê yê hêzên bejayî yên rejîma sîyonîst bû, got ku nêzîkî du salan êrîşên li Xezzeyê artêşê westandiye û eger hikûmet stratejiyeke zelal pêş nexe, krîze li ber dest e.
Di êrîşên rejima sîyonîst de 12 jê sîvîlên ku li benda alîkarîyê bûn, 3 jê pîrek tev de 22 Filistînî şehîd bûn. Li Ez-Zevadîye ya Xan Yûnisê xanî û konê sîvîlan hatin hedefgirtin.