Artêşa îşxalê, di êrîşa ku li Xezzeyê ji konên ku sîvîl di nav de dimînin re li dar xist de 3 kes şehîd kirin, gelek kes jî birîndar kirin.
Midûrtîya Parastina Sîvîl a Xezzeyê, daxuyand ku rejima îşxalker di êrîşa xwe ya ku li bakurê Xezzeyê li dar xist de konê sîvîlan bomberdman kir.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ekîbên parastina sîvîlan di konan de 3 kesan bi mirîkî dîtin û gelek kesan jî bi birîndarî derxistin.
Artêşa îşxalê, di êrîşa ku li Refahê li dar xist de jî, herî kêm sîvîlekî qetil kir, hinek kesan jî birîndar kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Demkî yê Karên Hindir yê Sûrîyeyê Mihemed Abdurrahman ragihand ku 14 efserên polês di kemîneke ku ji teref bermahiyên rejîma kevin ve li gundewarê Tartusê hatibû organîzekirin hatin kuştin.
Li Yemenê, ajanên CIA û Mossadê ku fealîyetên sîxûrtîyê dikirin hatin qefaltin.
Sîyonîstên îşxalker, êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê didomîne, li dijî Nexweşxaneya Kemal Advan û Taxa Zeytûnê jî êrîşên xwe zêde kirîye.
Balafirekî aîdê Ezerbaycanê li Aktauyê ketibû xwarê di encama wê qezayê de 38 kesan canê xwe ji dest dan.