Micahîdên Tûgayên Qessam û Serîyyeyên Qudsê, li Beyt Lahîyaya bakurê Xezzeyê bi hêzên pîyade yên sîyonîstan ku 10 kes bûn re ketin pevçûnê, di encamê de wan kuştin û birîndar kirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Tûgayên Qessam ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku ew bi Serîyyeyên Qudsê re li Beyt Lahîyeya bakurê Xezzeyê operasyonekî hevpar li dar xistin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di mesafeya sifirê de bi tevî çek û bombeyên destan bi hêzên pîyadeyên sîyonîst ku 10 kes bûn re ketin pevçûnê, di encamê de wan îşxalkeran kuştin û birîndarkirin.
Qessam diyar kir ku di dema pevçûnê de leşkerekî îşxalker revîyaye û micahîdan dane pey wî û wî jî kuştine.
Tûgayên Qessam, digel derbasbûna 457 rojan li ser herba qirkirinê operasyonên xwe berdewam dike û ev jî balan dikşîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ji ber talûkeya cemidandina pitikan di şert û mercên hewaya sar de li Xezzeyê endîşedar in.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku şert û mercên zivistanê yên li Xezzeyê jiyana koçberan zehmet dike.
Balafirgeha Şamê ku bi ketina rejima Esadê ji nû ve ket fealîyetê, dest bi seferên navneteweyî kir. Sefera ewil, ji bajara Şarîkaya Îmaratê re hat kirin.
Barîna berf û sermaya dijwar a ku ji herêmên navendî yên Emrîkayê heta peravên rojhilat tesîrdar e, tesîrê li 13 wîlayetan dike.