Raportek ji NY hate weşandin: Emrîkayê bi zanebûn dibistanek seretayî li Minabê ya Îranê bombebaran kir
Mîsyona Lêkolîna Rastiyan a Navneteweyî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî li ser Îranê rapora xwe ya 18 rûpelî ya li ser êrîşên Emrîkayê yên li ser Îranê di 28ê Sibatê de temam kir. Raport dibêje ku, berevajî îdiayên Emrîkayê, Dibistana Seretayî ya Shajarah Tayyebeh li Minabê û navenda werzîşê û xanîyên derdorê li Lamerdê bi xeletî nehatine lêdan.
Mîsyona Lêkolîna Rastiyan a Navneteweyî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî li ser Îranê rapora xwe ya 18 rûpelî ya li ser êrîşên Emrîkayê yên li ser Îranê di 28ê Sibatê de temam kir. Lêpirsîneran bombebarana Dibistana Seretayî ya Shajarah Tayyebeh li Minabê û navenda werzîşê û xanîyên derdorê li Lamerdê ji perspektîfa qanûna mirovî ya navneteweyî vekolandin.
Li gorî agahiyên ku NY wekî pêbawer û serbixwe bi nav kiriye, di êrîşa li Mînabê de 157 kes ku 123 ji wan zarokên di bin 13 salî de bûn hatine kuştin.
Di êrîşeke duyemîn de ku di heman rojê de li Lamerdê pêk hat, çavkaniyên Îranî ragihandin ku 22 sivîl, ku pênc ji wan zarok bûn, hatine kuştin û nêzîkî 170 kes jî birîndar bûne.
Nirxandina mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li ser êrîşa Minabê rasterast berpirsiyariya Washingtonê nîşan dide.
Di raporê de hat gotin ku sedemên maqûl hene ku meriv bawer bike ku Emrîkayê sûcê şer ê "destpêkirina êrîşên bêserûber" kiriye ku di encamê de sivîl mirin an birîndar bûn.
Li gorî lêkolîneran, Emrîka di bicihanîna hemû tedbîrên gengaz de ji bo piştrastkirina ku avahiya hedefgirtî armanceke leşkerî ye, nikarîbû wezîfeya xwe bi cih bîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li seranserê Kubayê ji ber qutbûna ceryanê, ceryan qut bû.
Wezareta Ragihandin a Îraqê, daxuyand ku herêmên qedexe ya sehaya hewayê ya welat ji seferên sîvîl re hatine vekirin.
Li bajara Dêrezor a rojhilata Sûrîyeyê di depoya cebilxaneyê de ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqînek çêbû.