Rejîma îşxalker di weşana zindî ya televîzyonê de êrîşî Birca Muştehayê kir
Rejîma îşxalker a ku li Xezzeyê îşxal û qirkirina xwe didomîne, Bircê Muşteha, ku yek ji avahiyên herî bilind ên bajêr e, di weşana zindî ya televîzyonê de hedef girt û lê xist.
Rejîma îşxalker, ku di bin bombebaraneke dijwar a li ser Xezzeyê de ye, bi sê mûşekan Bircê Mustaha yê li navenda bajêr hilweşand. Bircê, ku yek ji avahiyên herî bilind ên Xezeyê ye, di çarçoveya êrîşên ku li ser beşên rojava û başûrê bajêr hatine kirin de, hate xistin.
Konbajarên li navçeyên rojava û başûr, ku nêzîkî 1 mîlyon Filistînî lê koçber bûne, jî bûn hedef. Êrîşa dijwar a bi balafirên şer û mûşekan li dora Kolana El-Reşîd û Kolana Cemal Ebdulnasir wêranîyek berfireh çêkir.
Rejîma îşxalker propagandaya xwe belav kir ku sîvîl berê li ser êrîşa li ser bircê agahdar bûne. Wezîrê Parastinê yê qaşo îsraîl Katz ragihand, "Me derîyên cehennemê vekirine. Ger HAMAS şertên me qebûl neke, em ê Xezzeyê wêran bikin", bi vî awayî qirkirina ku ew dikin eşkere kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî du salan êrîşên rejîma siyonîst li ser Xezzeyê, ew kesên ku di bin agirbestê de vedigerin malên xwe bi zeviyeke mayînan re rû bi rû ne. Heta niha herî kêm 53 kes bi teqemeniyan hatine kuştin.
Desteya Hewayî ya Sivîl a Kenyayê (KCAA) ragihand ku balafireke ku 12 kes tê de bûn li navçeya Kwale li başûrê welat ket xwarê.
HAMASê kuştina sê ciwanan ji teref hêzên îşxalker ve li herêma Kefer Qudê ya Cenînê şermezar kir û bang li gel kir ku li her nuqteya têkiliyê bi îşxalê re şer û pevçûnê gurtir bikin.
Di xwepêşandanên ku li Kamerûnê piştî ragihandina serkeftina serokê muxalefetê Issa Tchiroma Bakary di hilbijartinên serokatiyê de dest pê kirin de, çar kes hatin kuştin.