Ji Megazîya ku li alîyê orta Xezzeyê ye re ji teref rejîma îşxalker ve êrîşek hat lidarxisitn, di encamê de 5 sîvîl şehîd bûn.
Êrîş û qirkirina rejîma îşxalker a li dijî Xezzeyê berdewam dike.
Artêşa îşxalê, li Megazîyê cîhê ku sîvîl kom dibûn hedef girt û bombebaran kir.
Di êrîşê de 5 sîvîl şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Rejîma sîyonîst, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê di qirkirina xwe de 43 hezar û 712 kesan şehîd kir, 103 hezar û 258 kesan jî birîndar kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, ji bona ku mirîyên xwe bikin binê axê li Qudsê 7,7 donim erd stand.
Bi dehan sîyonîstên kolonyalîst, ketin nav hewşa Mescîdî Eqsayê û êrîş kirin.
Rejîma sîyonîst a îşxalker, li Humusa Sûrîyeyê êrîşî hinek cîhan kirin, hat destnîşankirin di êrîşa asîmanî de herî kêm 15 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Çapemenîya qaşo yê rejîma îşxalker, destnîşan kir ku li Xezze û Libnanê di nav 48 seatên dawîn de di encama pevçûnan de 11 efser û leşkerên îşxalker hatine kuştin, herî kêm 10 leşker jî birîndar bûne.