Rejîma sîyonîst li Refahê îşxalê firehtir kir: Di nav rojekî de 60 hezar kes ji cîhê xwe bûn
![Rejîma sîyonîst li Refahê îşxalê firehtir kir: Di nav rojekî de 60 hezar kes ji cîhê xwe bûn Rejîma sîyonîst li Refahê îşxalê firehtir kir: Di nav rojekî de 60 hezar kes ji cîhê xwe bûn](/img/NewsGallery/2024/6/29/401894/FeaturedImage/03b3ee4a-9acd-451e-bfde-433c2394291c.webp)
Artêşa rejîma îşxalker, li bakurrojavaya Refahê îşxala xwe ya ji bejahîyê firehtir kirîye.
Artêşa îşxalê, li herêma Mewasîyê di nav demeke dirêj de bi topan êrîş li dar xist. Di Fîlîstînîyên ku ji cîhê xwe bûne de şehîd û birîndar hene.
Dema ku hêj êrîş berdewam dikir, artêşa îşxalê berê xwe da herêma Eş-Şakûş û Parqê.
Herêma El-Mewasîya ku di navbera Refah û Xan Yûnisê de ye, cîhê “herêmên ewle” ye ku rejîma îşxalker ji Fîlîsîtnîyan re digot biçin wan herêman.
Li herêmê, Fîlîstînîyên ku ji cîhê xwe bûne di nav şert û mercên zor û zehmet de jîyana xwe derbas dikin. Însanên ku malên xwe terk kirine û xwe sipartine van herêman, di temînkirina xwarin, av, paqijî û xizmetên tenduristîyê de gelek zehmetîyên mezin dikşînin.
Neteweyên Yekbûyî daxuyand ku artêşa îşxalê piştî “diyarîya tehlîyeyê” li rojhilata Xezzeyê di nav rojekî de 60 kesan ji cîhê wan kirîye.
Berdevkê NY Stephane Dujarric, bal li ser tehlîyeya ku li rojhilata Xezzeyê tê kirin kişand û got, “artêşa îşxalê li rojhilata Xezzeyê li dijî 28 sitargehan emra tehlîyeya acilî daye û piştî ev qerarê doh 60 hezar kes ji cîhê xwe hatin kirin.”
Dujarric, îfade kir ku derheqê gihandina alîkarîyên însanî de hêj pirsgirêk berdewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Koordînatorê Serê Sazkirina Ji Nû Ve û Karên Însanî yên li Xezzeyê ya Neteweyên Yekbûyî Sîgrîd Kaagî bal kişand ku bi tevî Derîyê Refahê ji bona ku ji Xezzeyê re ji hem bejahî û hem jî behrê amûrên hewce û bi qelîte bêne şandin, şandina alîkarîyan daîmî be.
Li wîlayeta Uttar Pradeşa Hîndistanê di dema ayînekî de îzdîhem derket, di encamê de 87 kes mirin.
Sîyonîstên îşxalker, doh êvarê li Şerîaya Rojavayê bi balafirên bêînsan yê hewayê êrîşî kampa Nûr Şemsê kirin, di encamê de 4 ciwan şehîd bûn.
Hat ragihandin ku li Şerîeya Rojava ya ku dagirkirî ye, hêzên siyonîst û niştecihên îşxalker di 6 mehên ewil ên salê da 7 hezar û 681 êrîş pêk anîn û dest danîn li ser bi hezaran donim erd.