Li Hîndistanê di dema ayînê de îzdîhem derket: 87 mirî
![Li Hîndistanê di dema ayînê de îzdîhem derket: 87 mirî Li Hîndistanê di dema ayînê de îzdîhem derket: 87 mirî](/img/NewsGallery/2024/7/3/402601/FeaturedImage/1e947367-ff3a-4dd3-b792-480fd1a9a94e.webp)
Li wîlayeta Uttar Pradeşa Hîndistanê di dema ayînekî de îzdîhem derket, di encamê de 87 kes mirin.
Li gorî çavkanîyên herêmî, li bajaroka Sikandara Rauya li herêma Hathrasê di dema ayîna bi navê “satsang”ê de îzdîhamek pêk hat.
Dr. Umesh Kumar Tripathi ku yek ji rayedarên herêma Etahê ye û derheqê îzdîhemê de daxuyanîyek da, di daxuyanîya xwe de weha got, “Di îzdîhemê de 87 însanên me mirin. Hinek birîndar jî ji nexweşxaneyên re hatin rakirin.”
Tripathi, îfade kir ku di nav mirîyan de 3 heb jî zarok hene. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Komîteya Dewlet a Ewlehî ya Netewî ya Qirxizistanê, daxuyand ku endamê komeke ku plana qulipandina îqtîdarê dikirin hatine qefaltin.
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Seyyîd Hasan Nasrallah, bi lijneya HAMASê ya ku di bin serokatîya Dr. Xelîl el-Hayye de bû re hevdîtinê kir.
Li wîlayeta Sînnara Sudanê kelekek bin av bû, di encamê de 25 kesan canê xwe ji dest dan.
Rejîma îşxalker a sîyonîst ku li dijî Xezzeyê qetlîam û êrîşên xwe didomîne, herî kêm 10 Fîlîstînîyên dinê jî şehîd kir.