Sîgrîd Kaag ku Rayedareke NY ye ji bo Xezzeyê banga alîkarîya daîmî kir
![Sîgrîd Kaag ku Rayedareke NY ye ji bo Xezzeyê banga alîkarîya daîmî kir Sîgrîd Kaag ku Rayedareke NY ye ji bo Xezzeyê banga alîkarîya daîmî kir](/img/NewsGallery/2024/7/3/402605/FeaturedImage/24317a16-65af-4192-89b5-8d24cd47e74f.webp)
Koordînatorê Serê Sazkirina Ji Nû Ve û Karên Însanî yên li Xezzeyê ya Neteweyên Yekbûyî Sîgrîd Kaagî bal kişand ku bi tevî Derîyê Refahê ji bona ku ji Xezzeyê re ji hem bejahî û hem jî behrê amûrên hewce û bi qelîte bêne şandin, şandina alîkarîyan daîmî be.
Sîgrîd Kaag, got ku li Xezzeyê ji ber êrîşên îşxalê tenduristîya xelkê xera bûye û bi tevî vêya jî sefaleteke însanî heye.
Kaag, diyar kir ku piştî êrîşa îşxalê ku di 6ê Gulanê de li dijî Refahê dabû destpêkirin, ji 1 milyonê zêdetir însan di nav bêhêvîyê de ji xwe re sitargehek digerin û cardin li Xezzeyê ji cîhê xwe bûn.
Kaagî bal kişand divê li Xezzeyê belavkirina biryara bi hejmara 2720an a Konseya Ewlehî ku ji bo alîkarîyan bêne lezkirin û hêsankirin çarçoveyek çêdike bê tetbîqkirin.
Bal hat kişandin ku divê ji Xezzeyê re alîkarîyeke daîmî bê kirin û bi teybetî ji başûrê Xezzeyê re derbasbûnên zêde bêne vekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Komîteya Dewlet a Ewlehî ya Netewî ya Qirxizistanê, daxuyand ku endamê komeke ku plana qulipandina îqtîdarê dikirin hatine qefaltin.
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Seyyîd Hasan Nasrallah, bi lijneya HAMASê ya ku di bin serokatîya Dr. Xelîl el-Hayye de bû re hevdîtinê kir.
Li wîlayeta Sînnara Sudanê kelekek bin av bû, di encamê de 25 kesan canê xwe ji dest dan.
Rejîma îşxalker a sîyonîst ku li dijî Xezzeyê qetlîam û êrîşên xwe didomîne, herî kêm 10 Fîlîstînîyên dinê jî şehîd kir.