Rejima îşxalker Libnanê bombebaran kir

Balafirên herbê yên aîdê artêşa rejima îşxalker, rojhilat û başûrê Libnanê bombebaran kir.
Li gorî xebera ku ji teref ajansa fermî ya Libnanê NNA ve hat belavkirin, artêşa îşxalê, li dijî herêmên cuda yên Libnanê êrîşên asîmanî pêk anît.
Hat îfadekirin ku balafirên sîyonîstan ji bajara Baalbeka Bekaayê re 7 êrîşên asîmanî pêk anîtin.
Hat destnîşankirin ku balafirên herbê tepikên Birîtala Bekaayê û bajarokên Ayşiyye, Nasıriyye, El-Hureybe, Zahle yên herêma Şarayê, derdorê bajaroka El-Cermakê û herêmên El-Mahmudiyye û El-Hardeliya başûrê welat bomberdman kir.
Di encama êrîşê de candayîn an jî zerar çi heye tu daxuyanîyek hêj nehat dayîn.
Rejima îşxalker digel agirbesta ku di 27ê Mijdara 2024an de bi Libnanê re kiribû, dîsa ji başûrê Libnanê re êrîşên asîmanî û bejahî didomîne.
Ji derbasbûna agirbestê heta niha artêşa îşxalê nêzê 3 hezaran îxlalan kirîye, di vê pêvajoyê de herî kêm 213 kesan canê xwe ji dest dan, 508 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji Cotmeha 2023an vir ve 75 êsîrên Filistînî di zindanên rejîma sîyonîst de şehîd bûne. 46 ji wan ji Xezzeyê bûn û aqûbeta bi hezaran êsîrên dinê jî hêna ne diyar e.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, ji daxuyanîyên Serokê berê yê Dewleta Rûsyayê Dmitriy Medvedev re bertek nîşan da û got ku ew emir daye, “Du binavên nukleerî bişînin herêmên munasîb.”
Li peravên rojhilata Emrîkayê ji ber barîna zêde, li New York û New Jerseyê rewşa awarte hat îlankirin.
Ji Xezzeya ku divê rojane 800 qamyon bikeve hindir re, tenê qasî 5 qamyonan alîkarî ji hewayê hat şandin, ev jî bû sedema nerazîbûnê.