Rejima qatil di êrîşên dawîn de herî kêm 60 Filistînîyan şehîd kir

Artêşa qaşo yê rejima îşxalker a sîyonîst di nav 24 seatên dawîn de li herêmên cuda yên Xezzeyê êrîşan pêk anît, di encama êrîşên asîmanî de pîrek û zarok jî di nav de herî kêm 60 kesan şehîd kir, gelek kesan jî birîndar kir.
Balafirên herbê yên rejima sîyonîst, li bajara Hameda Xan Yûnisê êrîşê konê penaberan kir, di êrîşê de sê Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Şeva Duşemê jî balafirên sîyonîstan, li Beyt Lahîyaya Xezzeyê êrîşê malekî kirin, di êrîşê de bi tevî zarokeka qîzîn sê kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Ev êrîşa ku hat lidarxisitn jî demeke kurt a li ser weşandina “emra tehlîyeyê” ya ku ji bo Filistînîyên li Beyt Lahîya, Beyt Hanûn û Cîbalîyeyê dijîn hatîye şandin pêk hat.
Di encama bomberdmana mala malbata Alyanê de jî sê kes şehîd bûn, 10 kes jî birîndar bûn. Mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Endonezyayê re hatin rakirin.
Xeyn ji van agahîyan hêzên îşxalkeran herêma “Selam” a rojhilata Cîbalîyeyê jî bi topan bomberdman kir. Di heman demê de li herêma “Musbah” a bakurê Refahê jî malekî hat bomberdmankirin û di encamê de gelek kes birîndar bûn.
Çavkanîyên tenduristîyê diyar kirin ku ji serê sibeha roja duşemê vir ve di êrîşên ku li Xezzeyê hatine lidarxistin de hejmarê şehîdan 60 kesan derbas kirîye.
Rejima sîyonîst, ji 18ê Adarê vir ve ku herba qirkirinê ji nû ve da destpêkirin, piranîya wan pîrek û zarok ji 730yî zêdetir Filistînîyan şehîd kir, nêzê 1400 Filistînîyan jî birîndar kir. Hêzên îşxalker bi balafir, îha û topan binesazî, nexweşxane, konên penaberan, wesayît û herêmên ku sîvîl lê dicivin bomberdman dike.
Rejima îşxalker a sîyonîst ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve li Xezzeyê qirkirinek pêk tîne. Di vê pêvajoya de zarok, pîrek û îxtîyar jî di nav de ji 163yan zêdetir kesan şehîd kir an jî wan birîndar kir, ji 14 hezarî zêdetir Filistînî jî hêj winda ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Nepalê, di pevçûnên ku di protestoyên alîgirên monarşîyê de ku bi polêsan re hat kirin de, 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Di erdhejê ku li Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de pêk hatin de heta niha 694 kesan canê xwe ji dest dan, 1670 kes jî birîndar bûn.
Emrîkaya îşxaker, di nav 24 seatên dawîn de li herêmên cuda yên Yemenê êrîşên asîmanî pêk anît, di encama 77 êrîşên asîmanî de herî kêm 1 kes şehîd bû, 10 kes jî birîndar bûn.
Li Bangkoka paytexta Taylandê înşaata balaxaneyekî hilweşîya, di encamê de 10 kes mirin, 101 kes jî di bin kavilan de ne.