Rejima îşxalker a qirker, li Xezzeyê herêma sîvîlan bomberdman kir, di encamê de 11 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst a îşxalker, êrîşên li dijî Xezzeyê didomîne.
Rejima qatil, li dijî Refaha Xezzeyê bi ÎHAyan 3 Filistînîyan şehîd kir.
Di êrîşa ku li Xan Yûnisa Xezzeyê hat lidarxistin de 4, di êrîşekî dinê ku ew jî li Xan Yûnisê hat lidarxistin de 2 Filisîtînî hatin qetilkirin.
Hat îfadekirin li Nuseyratê mala Ebû Cerbûye hat bomberdmankirin û di encamê de 2 kes şehîd bûn, di êrîşa ku li dijî Taxa Şûcaîyeyê hat lidarxistin de jî Filistînîyekî şehîd bû.
Di êrîşan de gelek kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristî ya Filistînê ya li Xezzeyê, daxuyand ku di êrîşên rejima îşxalker de heta niha nêzê 17 hezar û 818 jê zarok, 12 hezar û 287 jê pîrek tev de 45 hezar û 805 kes şehîd bûn.
Hejmarê birîndaran jî derket 109 hezar û 64an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ji ber talûkeya cemidandina pitikan di şert û mercên hewaya sar de li Xezzeyê endîşedar in.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku şert û mercên zivistanê yên li Xezzeyê jiyana koçberan zehmet dike.
Balafirgeha Şamê ku bi ketina rejima Esadê ji nû ve ket fealîyetê, dest bi seferên navneteweyî kir. Sefera ewil, ji bajara Şarîkaya Îmaratê re hat kirin.
Barîna berf û sermaya dijwar a ku ji herêmên navendî yên Emrîkayê heta peravên rojhilat tesîrdar e, tesîrê li 13 wîlayetan dike.