Rejima sîyonîst digle agirbestê êrîş dike: 3 şehîd, gelek birîndar hene
Rejima îşxalker, digel agirbestê li Xezzeyê êrîşan pêk tîne, vê carê jî bi helîkopter û topên hewanê gule li ser sîvîlan reşand, di encamê de li Refah û Cîbalîyeyê 3 Filistînî şehîd bûn.
Hêzên sîyonîstan li Şerîda Xezzeyê êrîşên nû pêk anîtin. Navenda Tip a Nasserê daxuyand ku di encama êrîşa sîyonîstan de li herêma Mewasîyê du Filistînî şehîd bûn. Di heman saetan de jî li derveyê Kampa Penaberên Cîbalîyeyê pîrekek bi topên hewanê şehîd bû, gelek sîvîl jî birîndar bûn.
Çavkanîyên tenduristîyê îfade kirin ku di êrîşa li Refahê de Karam Nassar Naif Zennunê 17 salî û Cihad Muhammed Şakfeyê 16 salî şehîd bûn.
Doh di saetên nîvroyê de Dibistana Malîkê ya ku li derdorê Benî Suheylayê ye bû hedefa topan. Çavkanîyên mehellî îfade kirin ku bi helîkopterê jî gule hatine reşandin.
Hat îfadekirin ku li herêmên başûr û rojhilata Xan Yûnisê jî bi wesayîtên bi zirx gule hatine reşandin.
Çavkanîyên mehellî îfade dikin ku ev êrîşên dawîn parçeyek ji faalîyeta leşkerî ye û di nav sîvîlan de tirsekî çêbûye ku ew ê pêlekî nû yê êrîşan were destpêkirin.
Rayedarên Xezzeyê îfade dikin ku ji bo sîvîlan felaketek mezin li ber derîye û divê bi lezgînî midexele bê kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê qaşo yê sîyonîstan Ben Gvîr, çûbû ser gora Şehîd Şêx Îzzeddîn El Qessam ê ku pêşeng û rêberê berxwedana Îslamî ye û heqaret li wî kiribû û gotibû em ê gora wî xera bikin.
Neteweyên Yekbûyî, derheqê rîska lehîyê ya li Xezzeyê de destnîşan kir ku ji sedî 40ê nifûsê, û nêzê 850 hezar mirovên ku ji cîhê xwe bûne bi rîska lehîyê re rûbirû ne.
Emrîkayê, ji biryara firotina piştgirîya teknîkî û teknolojîya leşkerî ya qasî 686 dolarî ji bo nûkirina fîloya F-16an re biryara erê da.