Rejima terorê ji Xezzeyê re êrîşa asîmanî li dar xist, di encama êrîşê de 11 kes şehîd bûn, 15 kes jî birîndar bûn.
Artêşa qaşo yê rejima îşxalker, ji konên li Xan Yûnisê re bi balafirên leşkerî êrîşan li dar xist.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Teşkîlata Parastina Sîvîl a Filistînê ve hat belavkirin, artêşa îşxalê ji herêma El Mewasîya Xan Yûnisê ku “herêma ewle” îlan kiribû û bi hezaran Fîlîstînîyan komê li wê derê kiribû re êrîşa asîmanî li dar xist.
Di êrîşa ku li konên Filistînîyan hat lidarxistin de pîrek û zarok jî di nav de herî kêm 11 Filistînî şehîd bûn, 15 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 717an û hejmara birîndaran jî derket 108 hezar û 856an.
Li wîlayeta Hebeîya bakûrê Çînê di bazarekî de şewat derket, di encamê de 8 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn.
Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS, daxuyand ku doh li Dohaya paytexta Qeterê mizarekeyên agirbestê ên bi rejima sîyonîst re ji nû ve dest pê kir.
Li Perûyê otobûs ket nav çem û di encama qezayê de 6 kes mirin, 17 kes winda bûn.