Rejîma sîyonîst konên ku bêmalên xelkê li Xezzeyê dihewînin bombebaran kir
Ji ber ku îxlalkirinên agirbestê li Xezzeyê berdewam dikin, li deverên rojhilat û başûrê Xan Yûnisê konên Filistîniyên koçber bûne rastî êrîşên agir û topan ên hêzên îşxalker hatin.
Hêzên îşxalker di roja 340emîn de li Xezzeyê agirbestê îxlal dikin. Beşên rojhilat û başûrê Xan Yûnisê hatin topbarankirin û her wiha herêm jî bi topan hate hedefgirtin.
Konên Filistîniyên koçber ên ku li herêma Goristana Awistiryayî ya li rojavayê Xan Yûnisê hatibûn danîn, hatin bombebarankirin. Îşxalkeran her wiha gule li rojhilatê taxa Zeytûnê ya li başûrê rojhilatê bajarê Xezzeyê reşandin.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 73 hezar û 684an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 738an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wêneyên stalaytê yên ku piştî êrîşa bi dronan li ser boriya petrolê ya Rojhilat-Rojava ya Erebistana Siûdî hatine weşandin, asta zirarê eşkere kirine. Tê texmînkirin ku heke borî neyê sererastkirin, dibe ku %4ê temînkirina petrolê ya cîhanî ji bazarê were vekişandin.
Li herêma Kap a Rojava ya Efrîqaya Başûr, qezaya trafîkê qewimî, di encamê de 21 kesan canê xwe ji dest dan.
Li Pekîna peytexta Çînê ji balafirên hewayê ya bêmirov re ji bo peydakirin û depokirinê qedexe tê anîtin.