Rejîma îşxalker li Şerîaya Rojava gelek herêman talan kir
Rejîma îşxalker îro serê sibê bi ser gelek deverên Şerîaya Rojava de girt û gelek kes desteser kir.
Hat ragihandin ku leşkerên rejîma îşxalker di serdegirtinan de êrîşî Filistîniyan kirine û ew bi neheqî muamele kirine.
Li gorî çavkaniyên herêmî, rejîma îşxalker îro danê sibê êrîşî bajarên El-Bireh û Tulkerem kir û gelek kes desteser kir.
Li gorî agahiyan, rejîma îşxalker êrîşî Kampa El-Farîya ya li başûrê Tubasê û bajarokê Tamunê kiriye, li malan lêgerîn kiriye lê ti kes nehatiye desteserkirin.
Her wiha hat ragihandin ku rejima îşxalker bi gelek wesayîtên leşkerî êrîşî Erîha û Kampa Akabetu Caber a li başûr kiriye, leşkerên îşxalker li gelek kolanan, di nav de Kolana Emman û Kolana El-Mightas, geriyane, di dema serdegirtinan de gaza rondikrêj hatiye bikaranîn û ti kes nemiriye û ne jî birîndar bûye.
Rejîma îşxalker rojane li deverên cûda yên Şerîaya Rojava serdegirtinan dike, gelek kesan digire û malan lêdigerîne.
Rejîma îşxalker ku bi gelemperî di derengiya şevê de an jî di serê sibê de dema ku mirov di xew de ne, êrîşî malan dike, bi hinceta lêgerîna malên wan, niştecihan ditirsîne û zirarê dide eşyayên wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.
Nûnerê taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, li Berlînê bi Zelenskî û rêberên Ewropî re dicive, wekî beşek ji hevdîtinên ku armanca wan bidawîanîna şerê li Ukraynayê ye. Lêbelê, paytextên Ewropî berî destpêkirina danûstandinan ji Washingtonê garantiyên ewlehiyê yên zelal dixwazin.
Piştî ku wesayîteke leşkerî li Suweydayê ji teref dronekê ve hate hedefgirtin, hêzên ewlehîyê yên Sûrîyeyê agirbest wekî îxlalkirin îlan kirin û peyama "bersiveke tund" dan komên çekdar.