Rejîma îşxalker êrîşî Lubnanê kir: Şehîdek, gelek birîndar

Di rêze êrîşên asmanî yên ku balafirên îşxalker şeva borî li ser bajarokên Dêr Seryan û Zutar ên li başûrê Lubnanê û her wiha li derdora Çemê Lîtanî kirin de kesek hat kuştin û gelek kes birîndar bûn.
Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê ragihand ku êrîşên hewayî yên îşxalkeran garajek wesayît û alavên înşaetê li bajarokê Deir Seryan, li herêma Mercayoun a parêzgeha Nebatiyeyê kirin armanc. Garaj li nêzî deverên niştecihbûnê bû û di encamê de birîndar hene.
Li gorî çavkaniyên Lubnanî, di encama êrîşan de welatiyekî Sûrî hat şehîdkirin û welatiyekî Lubnanî û yek dinê Sûrî birîndar bûn. Li gorî agahiyan, ew zilam li garajek otomobîlan li Dêr Seryan dixebitîn ku balafirên îşxalker şeva berê bombebaran kiribûn.
Her wiha hat ragihandin ku balafirên îşxalker deverên li kêleka Çemê Lîtanî li bakurê Dêr Seryanê hedef girtine. Li gorî agahiyan, ji ber êrîşên bêmirov ên berdewam, ekîbên îtfaîyeyê û ambulansê zehmetî kişandine ku bigihîjin devera hedef li Dêr Seryanê.
Li herêma Nebatiyeyê, balafirên şer ên sîyonîst rêze êrîşên hewayî li ser herêma di navbera bajarokên Zutar, Yehmur el-Şekîf û Eşit el-Quseyr de pêk anîn.
Di saetên serê sibê yên roja Çarşemê de, di êrîşa hewayî ya siyonîstan a li ser bajarê Tulinê li herêma Marcayunê de kesek şehîd bû û yek jî birîndar bû.
Rejîma îşxalker di 8ê Cotmeha 2023an de êrîşek li ser Lubnanê da destpêkirin, ku di 23ê Îlona 2024an de veguherî şerekî berfireh. Di vî şerî de zêdetirî 4,000 kes şehîd bûn û nêzîkî 17,000 kes jî birîndar bûn.
Peymana agirbestê ya di navbera Hîzbullah û îşxalê de di 27ê Mijdara 2024an de ket meriyetê, lê îşxalkeran ew zêdetirî 3 hezar caran îxlal kirin. Li gorî daneyên fermî, ev îxlalkirin bûn sedema mirina 269 kesan û birîndarbûna 568 kesan.
Artêşa îşxalker, bi îxlalkirina peymana agirbestê, ji başûrê Lubnanê vekişiyaye û di heman demê de pênc girên Lubnanê yên ku di şerê dawî de îşxal kiribûn, di kontrola xwe de digire.
Hikûmeta Lubnanê biryar e îro civînekê li dar bixe da ku li ser reşnivîsa peymana ku ji hêla nûnerê Emrîkayî Tom Brack ve li ser rawestandina dijminatiyê di navbera Lubnanê û îşxalkeran de hatiye pêşkêş kirin, nîqaş bike.
Roja Sêşemê, hikûmeta Lubnanê biryar da ku artêş dê planeke amade bike da ku piştrast bike ku çek tenê heta dawiya salê di destê dewletê de bin û heta dawiya mehê wê pêşkêşî Encumena Wezîran bike.
Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê Paul Markus, di hevpeyvînekê de ligel El Cezîreyê, diyar kir ku pêşnûmeya Emrîkayî dê bi baldarî were lêkolînkirin û mafê hikûmetê heye ku guhertinan tê de bike. Markus her wiha got ku artêş dikare pêşniyaran ji bo pêkanîna planê pêşkêş bike, ku dê kontrola çekan a dewletê garantî bike.
Di bersivê de, Hizbullah biryara hikûmetê ya amadekirina planeke kontrolkirina çekan ji terefr artêşê ve heta dawiya salê wekî "şaşiyeke mezin" bi nav kir.
Di daxuyaniyekê de derbarê civîna hikûmetê de, Hizbullahê diyar kir ku ev biryar di encama ferzkirinên nûnerê Emrîkayê de hatiye girtin û ew xizmeta berjewendiyên dagirkeriyê kiriye û Lubnanê bêparastin hiştiye.
Endamê Konseya Siyasî ya Hizbullahê Galib Ebû Zeyneb di axaftina xwe de ji El Cezîreyê re tekez kir ku hemû rêyên diyalogê di nav Hizbullahê de vekirî ne û diyar kir ku biryara hikûmetê ji hemû mijarên di çarçoveya diyalogê de wêdetir diçe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Derve Hakan Fîdan li Şamê bi Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed Şara re civîya.
Balafira herbê ya ji tîpa F2 ya aîdê Hêzên Parastina Xwe ya Japonyayê ket xwarê.
Li bajaroka Bey Xanûna ku li bakurê Xezzeyê ye zarokek qîzîn a Filistînî, di bin êrîş û dorpêça rejima îşxalker de, ji birçîna canê xwe ji dest dan.