Rûsya: Artêş, Seversk û gele cîhên stratejîk bidestxist
Serfermandarê Rûsyayê Valeriy Gerasimov, daxuyand ku artêşîa Rûsyayê Seversk û gele cîhên stratejîk kir bin kontrola xwe.
Serfermandarê Rûsyayê Valeriy Gerasimov, derheqê herbê de daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de weha got:
“Severska ku li bakurrojhilata Donetskê ye bi temamî ket bin kontrola Hêzên Çekdar ê Rûsyayê
Jingehên Kuşçerovka û Kurilovka yên li herêma Dontskê jî ji teref yekîneyên Rûsyayê ve hatin bidestxistin.
Yekîneyên girêdayê Koma Leşkerî ya Bakur, ji bona ku qorîdora herêma ewlehîyê ya li herêmên Sumî û Harkova Ukraynayê operasyonên xwe didomînin.
Konstantinovka ya Donetskê ji sedî 45ê avahîyan ketin bin kontrola Rûsyayê.
Başûrê bajara Dimitrovê bi temamî hatin bidestxistin, li navend û bakurê bajêr jî pevçûn berdewam dikin.
Yekîneyên Koma Leşkerî ya Rojhilat, li başûrê herêma Dnipropetrovskê dest bi operasyonên taaruzê dest pê kir.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker, digel agirbestê li Xezzeyê êrîşan pêk tîne, vê carê jî bi helîkopter û topên hewanê gule li ser sîvîlan reşand, di encamê de li Refah û Cîbalîyeyê 3 Filistînî şehîd bûn.
Neteweyên Yekbûyî, derheqê rîska lehîyê ya li Xezzeyê de destnîşan kir ku ji sedî 40ê nifûsê, û nêzê 850 hezar mirovên ku ji cîhê xwe bûne bi rîska lehîyê re rûbirû ne.
Emrîkayê, ji biryara firotina piştgirîya teknîkî û teknolojîya leşkerî ya qasî 686 dolarî ji bo nûkirina fîloya F-16an re biryara erê da.