Di êrîşa asîmanî ya ku sîyonîstên îşxalker li Xezzeyê li dar xistin de, 10 kesên ku di navbera wan de zarok û pîrek jî hebûn şehîd bûn.
Sîyonîstên îşxalker, li Taxa Derecê avahîyekî hedef girtin. Di dema êrîşê de daîreya ku Filistînîyên ji cîhê xwe bûbûn di nav de bûn hedef girt. Di encamê de 10 Filistînîyên ku di navbera wan de pîrek û zarok jî hene şehîd bûn, gelek Filistînî jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku îşxalkeran hedefgirtina Nexweşxaneya Kemal Advanê didomîne. Ji herêma nexweşxaneyê re bi ÎHAyan ji 10an zêdetir bome hatin avêtin. Di heman demê de ji derdorê nexweşxaneyê re robotên ku teqemenî barkirîne hatine bicîhkirin.
Ji ber êrîşan di nexweşxaneyê ceryan qut bûne, ji ber kêmasîya derman û amûrên tibbî jî rewş gelek xerab e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çapemenîya îşxalê ragihand ku li başûrê Xezzeyê 2 leşkerên îşxalker ku di nav wan de efserekî Tugaya Nahal jî heye hatin kuştin.
Ji ber ku Sûrîye piştî 13 salan derbasî serdemeke nû dibe, tê gotin ku ji nû ve avakirina welat dibe ku bi salan bidome.
Sîyonîstên îşxalker, di êrîşên xwe yên dawîn ên li dijî Xezzeyê li dar xist de zarok û pîrek jî di nav de 14 Filistînîyan şehîd kir.