Sîyonîstan êrîşî Xan Yûnisê kirin: Şehîdek, gelek birîndar
Sîyonîstên îşxalker, bi êrîşên xwe yên li dijî Xan Yûnisê Filistînîyekî şehîd kir, gelek kesan jî birîndar kir.
Çapemenîya mehellî îfade kir ku êrîş li herêma Nahr el-Bareda Xan Yûnisê hat kirin û di encamê de Muhammed Nasir Suleyman el-Bayuk şehîd ket.
Hat diyarkirin ku di heman êrîşê de gelek kes jî birîndar bûn û ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Li gorî agahîyan li bajara Hamad a bakurrojavaya Xan Yûnisê jî sîvîlek bi guleyên sîyonîstan birîndar bû.
Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve di encama êrîşan de 73 hezar û 821 kes şehîd bûn, 174 hezar û 9 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li dibistanekî başûrê Fîlîpînanê bi çekan êrîş li dibistanê hat kirin, di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Karên Derve yê Emrîkayê, daxuyand ku ji ber beşdarbûna zêdetir a Erebistana Siûdî ji herba Rojhilata Navîn re, firotina balafirên herbê yê 2 ya F-35 Lightning a Lockheed Martin ji Erebistana Siûdî re erê kir.
Pasdaranên Şoreşa Îranê, tankereke bi ala Togoyê ku dixwest ji Tengava Hurmuzê derbas bibe hedef girt û di keştîyê de agir derket.