Alîkarê Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Salîh El Arurî ku li Beyrûta paytexta Libnanê ji teref sîyonîstên îşxalker ve di encama suîqestekî de hat şehîdkirin, ji teref îşxalkeran ve mîmara operasyona “Tofana Eqsayê” dihat naskirin.
Di dema ku siyonîstên îşxalker li Xezzeyê qirkirinê dikin, li welatên cuda jî êrîş û sûîqestan li serokên HAMASê dikin.
Rejîma siyonîst ofîsa HAMASê ya li herêma maşrafiye li Beyrûta paytexta Libnanê bi balafireke bêmirov bombebaran kir.
Di êrîşê de Alîkarê Serokê Biroya Siyasî ya Hamasê Salih El Arûrî û 5 kes şehîd bûn û 11 kes jî birîndar bûn.
Baş e şehîd Salih El Arûrî kî ye?
Salîh Mûhammed Silêman El-Arûrî, wekî serkirdeyekî siyasî û eskerî yê navdar ê Filistînî ku bi nasnavê xwe “Ebû Mûhammed” tê naskirin.
Aruri di sala 1966-an de li gundê Arura yê nêzîkî Ramallahê hat dinyayê, Hiqûqa Îslamî xwendiye û zanîngeha El Xelîlê qedandiye.
Arûrî di sala 1987an de tevlî HAMASê bû û ji sala 2010an vir ve endamê Biroya Sîyasî ya Tevgerê ye.
Arûrîyê ku pêşengiya avakirina Tûgayên Qessam, şaxa leşkerî ya tevgera HAMASê li Şerîeya Rojava kir. Ji aliyê rejîma îşxalker ve êsîr hat desteserkirin û nêzî 15 salan di zindanên îşxalê de êsîr hat girtin.
Arûrî piştre gîhaşt azadiya xwe û ji aliyê çeteyên îşxalker ve ji axa Filistînê hat derxistin û 3 salan li Sûriyeyê û piştre jî li Tirkiyeyê bi cih bû.
Arûrî di nav mizakereyên peymana ku HAMASê bi rejîma îşxalker re di 11ê Cotmeha sala 2011an de kiribû, ji bo berdana hezar û 27 êsîrên Filistînî di berdêla leşkerê siyonîst de cih girtibû.
Piştî salan ew ji Tirkiyê veqetiya û çû gelek welatan di nav van welatan de, Qeter û Malezya jî hebû. Herî dawî li Libnanê bi cih bû.
Arûrî Zewicîye û bavê du keçan e. Arûrî di emrekê biçûk de beşdarî xebat û faaliyetên xwendinê yên Îslamî û camîyan bû. Piştre ji sala 1985an heta êsîrgirtina xwe di sala 1992an de ji xwendekarên Îslamî re li zanîngehê serokatîyê kir.
Arûrîyê ku di lîsteya herî zêde ya rejîma îşxalker a siyonîst de cih digire, beriya niha ji aliyê siyonîst Netanyahû ve tehdîta sûîqastê lê hatibû kirin.
Rejîma îşxalker ew yek ji mîmarên operasyona “Tofana Aqsayê” didît û her tim ji bo hedefa sûîqastê li firsendê digeriya.
Ji aliyekî din ve, Washingtonê di sala 2008an de eşkere kiribû ewê 5 milyon dolar xelat bide her kesê ku zanyarî û malûmatên derbarê wî de bide. Herwiha Wezareta Xezînedariya Emrîkayê jî di sala 2015an de ew xiste nav "lîsteyên terorîstan".
Şehîd Arûrî di beyanên xwe yên piştî Tofana Aqsayê de hertim destnîşan dikir, heta êrişa hovane ya siyonîstan a li ser Xezzeyê bi temamî nesekine, wê derbarê êsîrên siyonîst de ti muzakereyan nekin.
Arûrî li hemberî tehdîtên sûîqastên Netanyahu û çeteyên wî serê xwe netewand û bi wêneyê xwe yê bi unîformayên leşkerî û tivinga xwe li ber xwe bersiv dabû îşxalkeran.
Medyaya îşxalê jî li ser vê wêneyê nivîsand: "Salih El-Arûrî cil û bergên leşkerî li xwe kirîye, dixwaze bêje ku ez şer dikim, ew yek ji berxwedêran e û ji bo şehîbûnê re jî amade ye."
Şehîd Arûrî di beyana xwe ya dawî de gotibû, "Xwîna me û canê me ji her şehîdekî ne bi qîmettir û ne jî evîndartir e." bi vê yekê armanca xwe da zanîn ku berxwedan û şehîdbûn e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Hat ragihandin li Brezîlyayê di oteleke ku lê kesên bê kês diman de şewar derket.
Li bajara Hualîena Tayvanê di mezinahîya 6.1ê de erdhejek pêk hat.
Rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîşî Qampa Miltecîyan a Balatayê ya ku li bajarê Nablûsa Rojavaya Şerîayê ye kir.