Şerên li Sûdanê û belavbûna nexweşiya kolerayê krîza mirovî kûrtir dike
Li kampên ji bo kesên bêwar ên li herêma Darfûr a Sûdanê, wêranîya ji ber pevçûnê niha bi şewba kolerayê re jî girantir bûye. Ji ber ku lênêrîna tenduristiyê bi giranî qut bûye û gihîştina ava paqij û xwarinê bi tundî sînordar e, destpêkirina demsala baranê dibe sedema belavbûna bilez a nexweşiyên vegirtî.
Li gorî brifîngeke Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li Cenevreyê, li Sûdanê zêdetirî 1330 bûyerên kolerayê û 114 mirin hatine qeydkirin. Rayedar endîşedar in ku ji ber demsala baranê hejmara bûyeran hêj zêde bibe.
Nûnerê WHO li Sûdanê Dr. Şîbl Sahbanî, diyar kir ku rêjeya mirinê ji ber kolerayê gihîştiye ji sedî 13.7, û ew wekî "pir zêde" bi nav kir. Wî destnîşan kir ku şewb bi taybetî li herêmên Darfur û Kordofanê zêde bûye, û da zanîn ku ekîbên alîkarîya mirovî û yên tenduristî ji ber pevçûnên berdewam di gihîştina van deveran de rastî zehmetiyên mezin tên.
Sahbanî girîngiya gihandina kelûpelên tenduristî û xwarinê bo bajarên dorpêçkirî yên wekî El-Ubeyd, Qaduxlî û Delling tekez kir, di heman demê de destnîşan kir ku pevçûnên berdewam bi giranî astengiya şerê li dijî pandemiyê çêdikin.
Dibe ku wêneyê rastîn ji hejmarên fermî jî mezintir be.
Çavkanîyên li herêmê dibêjin ku daneyên hatine belavkirin bi tevahî rêjeya rastîn a pandemiyê nîşan nadin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di 48 saetên dawî de di encama êrîşên berdewam ên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê de şeş Filistînî şehîd bûne û 37 jî birîndar bûne.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, di serdana xwe ya ewil a Sûrîyeyê de, nêzîkî du sal piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed, bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bide gelê Sûrîyeyê.
Li ser rêya Şam-Dêrezor a Sûrîyeyê du otobûsên rêwîyan li hev qelibîn, di encama qezayê de 35 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.