Serfermandarê qaşo yê rejima sîyonîst Zamîr: Em li Xezzeyê bedelên giran didin

Serfermandarê qaşo yê rejima îşxalker Eyel Zamîr, qebûl kir ku herba li Xezzeyê ji bo artêşa wan herbekî tevlîhev e. Zamîr destnîşan kir ku bedeleke giran didin, ji ber ku êrîşên bejahîyê neserfiraz bûye tehqîqat hatîye destpêkirin.
Zamîr Eyel derheqê herba li ku Xezzeyê berdewam dike de daxuyanî da, di daxuyanîya xwe de îfade kir ku herba li Xezzeyê herbekî zor, zehmet û tevlîhev e.
Zamîr îfade kir ku di operasyonên qessam de leşkerî wan ê dinê jî hatîye kuştin, û ew armanc dikin ku HAMASê têk bibin û êsîrên xwe xelas bikin.
Hat îfadekirin ku ji ber neserfirazbûna Zamîr di nav artêşa îşxalker de tehqîqateke mezin hatîye destpêkirin.
Li gorî çapemenîya îşxalê, di tehqîqata ku were meşandin de ew ê kêmasîya planên herbê, kêmasîya li hember tinelen, zeafîyetên fermandarîya sehayê û encamnegirtina li hember HAMASê hebin. Dê ev tehqîqat berdewama tehqîqatên ku di 7ê Cotmeha 2023yan de hatine destpêkirin be.
Zamîr, îfade kir ku hazirîyên êrîşên li dijî Îranê jî berdewam dikin. Got ku ew ê sala 2026an ji bo artêşa îşxalê “sala nûkirina kapasîteyê û hazirîyê be”. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li parêzgeha Baglan a bakurê Efxenistanê, di hilweşîna kana komirê de şeş kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 59 hezar û 219an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 143 hezar û 45 kesan.
Li gorî agahiyan, li Nablusê, îşxalkeran Nexweşxaneyên Taybet ên Refîdiye û Erebî dorpêç kirine, deriyên awarte girtine û ambulansan rawestandine. Ew ji bo zextê li nexweşxaneyan bikin bombeyên deng bikar tînin, û rageşiyê li bajêr zêde dikin.
Tûgayên Qessam li bajarê Dêr el-Belah ê navenda Xezzeyê bi roketek Yasin-105 wesayîteke zirxî ya îşxalkeran hedef girtin. Li Refahê, di kemîneke ya bi mayînan de efserek û du leşker birîndar bûn.