Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu beşdarî merasimên bibîranîna Qirkirina Srebrenîtsayê bû
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di dema ku ji bo bîranîna salvegera 31emîn a Qetlîama Srebrenîtsayê li Bosna û Hersek bû, rêze serdanan kir.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ku ji bo beşdarbûna merasîmên bîranînê yên ji bo sivîlên ku di Qetlîama Srebrenîtsayê ya ku ji teref artêşa Sirbistanê ve hat kirin de hatin qetlîamkirin çû Bosna Hersekê, li Potoçarî xemgîniya Misilmanên Bosnayî parve kir.
Li Bosna û Herzegovînayê, di salvegera 31emîn a qirkirinê de, ji bo 8 hezar û 372 Misilmanên Bosnayî yên ku di Qirkirina Srebrenîtsayê de hatin kuştin, merasîmek bîranînê hat lidarxistin.
Yapicioglu, ku beşdarî merasîmê bû, li Goristana Bîranînê ji bo qurbaniyên qirkirinê dua kir. Her wiha serdana Muzeya Sûcên Li Dijî Mirovahiyê û Qirkirinê kir, li wir di pirtûka mêvanan de îmze kir û peyamên girîng da.
Yapicioglu, ku li Bosna û Hersekê jî cihên dîrokî ziyaret kir, ji aliyê welatiyên Bosna û welatiyên Tirk ên ku ji bo salvegera qirkirinê li Bosna û Hersekê bûn ve rastî eleqeyek mezin hat. Di dema serdanê de, Yapicioglu bi Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr re bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Tamil Nadu ya Hîndistanê du otobûs li hev qelibîn, di encama qezayê de 6 kesan canê xwe ji dest dan, 22 kes jî birîndar bûn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump got, "Em Tengava Hurmuzê kontrol dikin. Ji bo parastina tengavê em ê mûçe werbigirin."
Li Xezzeyê, hewldana kuştinê ya li dijî wesayîta ku berdevkê Hamasê Hazim Qassem tê de bû, bû sedema şehadeta cîgir û parêzvanê wî, Muhammed el-Feyyûmî, û Qasim bi xwe jî bi giranî birîndar bû. Di peyama sersaxiyê de, Qasim hevalê xwe yê ku bi salan pê re xizmet kiribû bi bîr anî.
Di operasyonên li navenda bajarê Diyarbekirê û navçeyên wê de 107 kîlogram narkotîk hat bidestxistin, di derbarê 24 şikdaran de jî lêpirsîn hat destpêkirin.