Tûgayên Qessam ê baskê leşkeri ya tevgera HAMASê, sala nû bi avêtina fuzeyan a ji îskana “Netivot”a rojhilata Xezzeyê vekir.
Îzzeddîn El Qessam, daxuyand ku ew ji bo berteknîşandana ji êrîşên rejima îşxalker a li dijî sîvîlan re operasyona fûzeye li dar xist.
Ji ber du roketên ku ji navenda Xezzeyê hatin avêtin li Negeva Rojavayê sîren lê ketin.
Berxwedana li Xezzeyê, di serê sala 2025an de ji herêma Necefa Rojavayê re du fuzeyan avêt û li gelek herêman elarm ketin devreye.
Çapemenîya îbranî, diyar kir ku sîstema parastina hewayê ji fuzeyan yek sekinandîye, lê yê dinê li herêmekî ketîye û di encamê de candayîn an jî birîndarbûn çênebûye.
Qenal 7 a Îbranîyan, destnîşan kir ku wek sala borî di heman seatê de ji îskana Netivotê re füze hatibû avêtin û di seat 00.00an de sîren lêketibûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sîyonîstên îşxalker, di êrîşên ku li Xezzeyê li dar xistin de 966 camîyan bi temamî an jî bi qismî xera kirin.
Li Emrîkayê berf, cemed, barana tund û bayên dijwar tesîrdar dibin, li 5 wîlayetê rewşa awarte hat îlankirin.
Micahîdên Tûgayên Qessam û Serîyyeyên Qudsê, li Beyt Lahîyaya bakurê Xezzeyê bi hêzên pîyade yên sîyonîstan ku 10 kes bûn re ketin pevçûnê, di encamê de wan kuştin û birîndar kirin.
Li wîlayeta Jigawaya Nîjeryayê di navbera şivanên Fulanîyê û cotkeran de pevçûneke tund derket, di encama pevçûnê de 10 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.