Tevgera Ensarullahê li Kendava Adenê keştiyek barhilgir ku ji îşxalkeran re dibir hedef girt
Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihandin ku keştîya Minerva Graecia, ku li Kendava Adenê bi mûşekek krûz hatibû hedefgirtin, agir girtiye û li ber binavbûnê ye.
Di daxuyaniyê de tekez hat kirin ku qedexeya deryayî ya li ser benderên sîyonîstan bi tundî tê domandin.
Tevgera Ensarullah a Yemenê ragihand ku li Kendava Adenê êrîşeke nû li dijî trafîka deryayî ya girêdayî rejîma îşxalker pêk aniye.
Çavkaniyên leşkerî di daxuyaniyekê de gotin, "Me Minerva Graecia li Kendava Adenê bi mûşekek krûz hedef girt ji ber ku xwediyê wê qedexeya ketina benderên Filistînî yên îşxalkirî îxlal kiribû. Keştî piştî ku rasterast lê ket agir girt û niha noqî avê dibe."
Tevgera Ensarullah diyar kir ku dorpêça deryayî ya li dijî rejîma îşxalker li Deryaya Sor, Deryaya Ereb, Tengava Bab el-Mendeb û Kendava Edenê berdewam dike û hemû keştî û şîrketan ji encamên ku ger qedexeyê îxlal bikin hişyar kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku operasyonên astengkirina trafîka deryayî ya li dijî rejîma îşxalker dê berdewam bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hikûmeta Xezzeyê, daxuyand ku rejima îşxalker ji 10ê Cotmehê ku peymana agirbestê ketîye merîyetê vir ve 591 caran agirbestê îxlal kirîye, di êrîşan de 357 Filistînî şehîd bûn.
Îranê li nêzîkî Girava Qeşm dest danî li ser du keştîyên ku 80.000 lître sotemeniya qaçax hildigirt.
Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, ku ji rizgarbûna welat ji îşxalê ve têkoşîneke mezin li dijî maddeyên hişber daye, berdewam dike ku tiryakfiroşan ji nû ve perwerde bike û wan bi malbatên wan re bîne cem hev.
Di çarçoveya îxlalkirinên berdewam ên rêjîma îşxalker a peymana agirbestê li Xezzeyê de, ji ber êrîşên nû yên hewayî, Filistîniyekî canê xwe ji dest da û zarokekî jî birîndar bû.