Tevgera Ensarullaha Yemenê ragihand ku piştî êrîşên li ser Xezzeyê wan balafireke din a bêmirov a Emerîkayê ya îşxalker xistin xwarê.
Di daxuyaniya Tevgera Ensarullahê da hat gotin, "Berevaniya hewayî ya Yemenê balafireke bêmirov a MQ-9 a Emerîkayê li herêma El Yatma ya parêzgeha El-Cewfê xist xwarê."
Serokê Tevgera Ensarullaha Yemenê Ebdulmelîk El-Hûsî di daxuyaniya xwe ya berê de gotibû, "11 balafirên bêmirov ên Emerîkayê yên çekdar xistine xwarê."
Ebdulmelik El-Hûsî her wiha diyar kir ku piştî operasyona Tofana Eqsayê ku ji 7ê Cotmeha 2023an va dest pê kiribû, wan 202 keştiyên girêdayî Emerîka, rejîma sîyonîst û Îngilistanê kirin hedef.
El-Hûsî tekez kir ku operasyonên wî dê bi biryardarî berdewam bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Parastin a Netewî diyar kir ku ew li herêmên Xara, Hakurk, Mertala Firat û Çiqlê Zeytûnê 16 PKKyîyan kuştine.
Rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîşên xwe yên li dijî Libnanê didomîne, hejmarê şehîdan bi tevahî derket 3 hezar û 102 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 13 hezar û 819an.
Di êrîşa ku li Şatîya Xezzeyê ji dibistanekî ku sîvîl xwe sipartibûn re hatibû lidarxistin de, 12 kes şehîd bûn, 30 kes jî birîndar bûn, hat îfadekirin ku di nav de zarok û pîrek jî hene.